Danûstandinên Amerîka, Rûsya û Urdunê der barê kampa El-Rikban de

Amerîka, Rûsya û Urdun ji bo rewşa kampa El-Rikban a li sêgoşeya sînorê Iraq-Urdun-Sûriyeyê, di nava danûstandinan de ne.

Danûstandinên Amerîka, Rûsya û Urdunê der barê kampa El-Rikban de
29 cotmeh, 2018   10:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ragihand ku Urdun, Amerîka û Rûsya ji bo rewşa kampa El-Rikban ku koçberên ji Sûriyeyê lê dimînin, hemfikr in.

Çavkaniyan ji rojnemeya Şerq El-Ewsat re diyar kir ku di nava danûstandinan de, ku hêza “Artêşa Azad a Sûriyeyê” ji wan herêman derkeve û biçe bakurê Sûriyeyê û Artêşa El-Eşyêr  derbasî Urdunê bikin, her wiha hêzên Amerîkayê jî parastina kampê ji êrîşên hêzên rêjîma Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ`ê bikin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku piştî ku hêzên rêjîma Sûriyeyê herêmên başûrê Sûriyeyê wekî Dera û El-Quneytera kontrol kirin, ev danûstandin pêk hatin. Urdunê jî îsrar kir ku Rûsya û Amerîka alîkariyên xwarinê û tenduristiyê ji hundirê Sûriyeyê derbasî kampê  bikin, ji bo wê rêxistina UNICEF noqteyeke tenduristiyê ku xizmeta koçebrên li Urdunê dikir, girtin.

Çavkaniyan diyar kir ku danûstandin ji aliyê her sê aliyan Urdun, Rûsya û Amerîkayê ve hene ku noqteye tendustiyê vekin û nexweşan derbasî Urdunê bikin da ku bêne dermankirin.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku Urdunê ji Rûsya û Amerîkayê xwestiye êdî alîkariyên tenduristî û xwarinê ji hundirê Sûriyeyê derbasî kampê bikin, ne ji sînorên Urdunê.

Wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El-Sefdî şeva derbasbûyî di vekirina Dîdargeha El-Meneme de da zanîn ku danûstandin di navbera Urdun-Amarîka-Rûsyayê de hene ku ji bo pirsgirêka kampa El-Rikban a koçberên Sûriyê, da ku bigihîjin çareseriyeke bîngehîn.

(jo)