Şêniyên Efrînê bi berxwedana xwe bawer in

Şêniyên Efrînê ku li Şehbayê dimînin, bi berxwedana xwe ve girêdayî ne. Li hemberî balafir û tankan sekinîn, tehemûlî germahiya havînê kirin û niha jî li benda zivistanê ne. Şêniyan teqez kirin ku ew berxwedana xwe didomînin.

29 cotmeh, 2018   09:43

CAFER CAFO - ELÎ KADRO / ŞEHBA

Di nav bêdengiya navdewletî de şêniyên Efrînê li dijî  topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 58 rojan bi berxwedaniyeke bê hempa mohra xwe li dîrokê dan. Şênî 18'ê Adarê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên ji malên xwe derketin û li kantona Şehbayê bi cih bûn. Şênî di qonaxa duyemîn a Bexwedana Serdemê de berxwedana xwe dewam dikin. 

Şêniyên Efrînê ku li kamp, gund û bajarokê Şehbayê bi cih bûne hemû astengiyên wekî derfetên kêm derbas kirin û berxwedana xwe ku derbasî meha 8'an bûye berdewam dikin.

Bi hatina zivistanê re zehmetî û astengiyên şêniyan ji ber serma, seqem û baranê zêde bûn.

Jiyana gelê Efrînê û israra wan ya berxwedaniyê, rexmî bêdengiya navdewletî li hemberî dagirkeran li Efrînê û her ciheke ku lê jiyan dikin xuya dibe. Piraniya şêniyan li ber konên xwe darên zeytûnê çandine. Li gorî wan darên zeytûnê sembola berxwedanê ne û bi rêya wê berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê û hezkirina xwezayê rave dikin.

Cih û dem ne girîng in

Tevî astengiyan zarokên Efrînê berê xwe didin dibistanên ku Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li gundên kantona Şehbayê vekirine. Bi vê yekê şênî ji cîhanê re îsbat dikin ku ji bo parastina ziman û hebûna xwe dem û cih ne girîng e û her çi qas civaka navdewletî û rêxistinên mirovî bûyer û binpêkirinên li Efrînê rû didin paşguh kirine, lê dîsa jî ew dest ji dozên xwe bernadin.

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Zekî Xilo yê li Kampa Serdem a kantona Şehbayê bi cih bûye wiha got: "Li Efrînê li hemberî balafirên dagirkeran me 58 rojan li ber xwe da. Ji bo parastina axê xwe gelek şehîd me dan û me mohra xwe li dîroka mirovahiyê dan. Niha di nav van kampan de em berxwedana xwe didomînin û her çi qas şert û mercên jiyanê li vir dijwar bin jî, heta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran em ê li ber xwe bidin."

Ji valahiyê jiyanek afirandin

Jina bi navê Qidret Betal li heman kampê bi cih bûye, destnîşan kir ku dagirkeran hewl da vîna wan bişikîne û wiha domand: "Dagirkera Tirk bi êrîşên xwe yên hovane hewl da vîna gelê Efrînê bişikîne. Lê hemû şêniyan bi kal, jin û zarokên xwe berxwedaneke bêhempa nîşan da û ji cîhanê re îsbat kirin ku ew xwediyên vîneke xurt in. Niha, di nav kampan û malên wêrankirî de me ji valahiyê jiyanek afirand."

Di berdewama gotinên xwe de Qidret anî ziman ku şêniyên Efrînê, gelekî birêxistinkirî ye. Piştî li Şehbayê bi cih bûn, xwe bi awayekî komînal bi rêxistin kirin û wiha domand: "Em ji cîhanê re îsbat dikin ku Efrîn a me ye, ne ya dagirkerên faşîst e."

Ji aliyê xwe şêniyê temen mezin Umer Hemo destnîşan kir ku ew di berxwedana xwe de berdewam in da ku ji dagirker û cîhanê re îsbat bikin ku vîna ku ji şehîdan digirin, her çi qas merc dijwar bibin jî naşikê.

(şx)

ANHA