Li Kobanê maleke dîrokî û tê de kal û pîrek

Li kobanê gelek malên ku şopên dîrokî li dîwarên xwe veşartî hene. Yek ji wan malan jî mala Emîna û Ebûd’în. Ew mala ku di sala 1954`an hatiye avakirin û herdû kal û pîr bi tenê tê de dijîn.

Li Kobanê maleke dîrokî û tê de kal û pîrek
Li Kobanê maleke dîrokî û tê de kal û pîrek
Li Kobanê maleke dîrokî û tê de kal û pîrek
Li Kobanê maleke dîrokî û tê de kal û pîrek
Li Kobanê maleke dîrokî û tê de kal û pîrek
Li Kobanê maleke dîrokî û tê de kal û pîrek
Li Kobanê maleke dîrokî û tê de kal û pîrek
Li Kobanê maleke dîrokî û tê de kal û pîrek
Li Kobanê maleke dîrokî û tê de kal û pîrek
28 cotmeh, 2018   07:39

HÊVÎDAR HERANÎ / KOBANÊ

Dema mirov di nav kolanên Kobanê digere rastî gelek malên kevin ên dîrokî tê. Ew malên ku şopên dîrokî li dîwarên tên xuyakirin. Di dema şerê li kobanê ku di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de hat jiyîn de xerab bûn ji nû ve hatin avakirin. Yek ji malên herî kevin di bajarê Kobanê de ku di sala 1954’an de hate çêkirin.

Ew mala kevin di sala 1954’an de yek ji welatiyên Kobanê ji xwe re ava kiriye û niha jî ew mal bûye maleke dîrokî.

Di wê malê de niha tenê Ebûd Ibrahim El-Ehmed (75) û hevjîna xwe Emîna Ehmed  (70) dijîn. Ebûd û Emîna 3 kurr û 8 keçên xwe hene, lê hemû zewicîne û li derve dijîn. Piştî ku zarokên wan hemû zewicîn Emîna û Ebûd tenê di malê de man e. Rojane gelek tengasî him ji aliyê xizmetê û him ji aliyê neçarbûnê ve dibînin, lê tevî wê Emîne û Ebûd wiha dibêjin: “Tu carî ji bo xizanbûnê em mal û mîrasê xwe nafiroşin.”

Emîna di temenê xwe yê 17 salî de bi Ebûd re zewiciye. Ew gelekî ji mala xwe hez dikin, lê xizaniya wan rewşa wan xerab kiriye û niha kes tune ye bi wan re bibe alîkar. Hêviya Emîna û Ebûd ew e ku aliyên peywendîdar destekê bidin wan.

Emîna û Ebûd dibêjin dema ku ew ji bajarê xwe koçber bûn, dîsa vegeriyan mala xwe. Lê derfetên wan tûne bûn ku mala xwe çêkin, tevî wê xirabûna malê dîsa bi kulîlkan mala xwe rengîn kir.

Emîna û Ebûd mala xwe ya dîrokî ji xwe re wek mîrasekî dibînin û dibêjin heta ew sax bin dê mala xwe ya rengîn nefiroşin.

ANHA