Pêşniyarên saziyên civaka sivîl ji bo Dadgeha Gel

Saziyên herêma Dêrikê di çarçoveya amadekiriyên lidarxistina Konferansa Dada Civakî de li hev civiyan û mijarên girêdayî qanûn û pergala dadgehê gotûbêjkirin.

Pêşniyarên saziyên civaka sivîl ji bo Dadgeha Gel
27 cotmeh, 2018   16:42

QAMIŞLO

Meclisa bajarê Dêrikê, Dadgeha Gel û Komîteya Lihevanîn û Edaletê ya Dêrikê bi endamên saziyên civaka sivîl re civiya.

Civîn bi armanca gotûbêjkirina qanûn û pergala dadgehê di çarçoveya amadekariyên Konferansa Dada Civakî  de ya ku tê payîn di meha bê de were lidarxistin.

Civîna li navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê hate lidarxistin. Nûnerên Dadgeha Gel a Dêrikê, Dîwana Edalet û Dozgeriya Giştî, saziyên civaka sivîl, meclisên lihevanînê û hejmarek parêzeran beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê deriyê nîqaşê ji beşdaran re hate vekirin. Di nîqaşan de daxwaz ji Dadgeha Gel hate kirin kirin ku bi erka xwe di gelek dozên girêdayî civak û jinan de rabe.  Her wiha beşdaran pêwîstiya pêşxistin û koordînekirina kar di navbera komîteyên lihevanînê û saziyên civaka sivîl de û derbaskirina kêmasiyên kar destnîşan kirin.

Ji aliyê xwe ve dadwerê Desteya Edaletê yêDêrikê Behzad Delî got: "Dadgeh û Dîwana Edaletê li ser bingeha qanûnên Hevpeymana Civakî bi karê xwe radibe."

Her wiha Behzad destnîşan kir ku bi armanca nirxandina xebatên salên borî û desrbaskirina kêmasiyên kar dê Konferansa Edaleta Civakî ev civîn li dar xistine.

Têkiliya rexniyên der heqê Dîwana Edalet û Dadgeha Dêrikê de Delî got: "Dadgeha Gel û Komîteya Lihevanîn û Edaletê bi armanca girtina nêrîn, pêşniyar û guhdarkirina rexneyan bi sazî û meclisan re civiya. Da ku di xebatên konferansê de werin nîqaşkirin."

(şx)

ANHA