Di şahiya li Reqayê de rengê jinê

Bi sedan jinên bajarê Reqayê bi cilên xwe yên gelêrî tev li şahiya 1'emîn salvegera rizgarkirina bajarê Reqyê bûn. Jinan destnîşan kirin ku wan mafên xwe yên ku DAIŞ'ê ji wan standi bûn, vegerandine.

Di şahiya li Reqayê de rengê jinê
27 cotmeh, 2018   16:06

RUBA EL-ELÎ / REQA

Şêniyên bajarê Reqayê 1'emîn salvegera rizgarikirina bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ'ê bi şahiyekê pîroz kirin. Bi sedan şêniyên bajêr tev li şahiyê bûn. Her wiha jinan bi cilên xwe yên gelêrî tev li şahiyê bûn û rengê xwe yê taybet li şahiyê zêde kirin.

Têkildarî mijarê ajansa me bi jinên ku tev li şahiyê bûne hevdîtin çêkir. Jinan kêfxweşiya xwe bi rizgarkirina bajêr ji DAIŞ'ê rave kirin.

Jina bi navê Xedîce Şihadê got: "Di 4 salên dawî de jin rastî zulm û zordariya DAIŞ'ê hatin û ji mafên xwe bê par man. Lê niha jinên Reqayê bi vîna xwe karîn hemû bend û zicîrên ku rêya azadiyê digirtin bişkînin û armancên xwe pêk anîn."

Xedîce wiha domand: "Piştî rizgarkirina bajêr, me kevneşopiyên ku ji aliyên zihniyeta mêrdestiyê ve hatibûn tepeserkirin ji nû ve bidest xist."

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Alai El-Elî salvegera rizgakirina bajêr ji DAIŞ'ê li hemî jinan pîroz kir. Her wiha destnîşan kir ku Reqa bi saya şervanên YPG û YPJ'ê rizgar bûye û wiha got: "Di salekê de jin karîbû gavên gelek girîng ber bi azadiyê ve bavêjin û ji hişmendiya ku rola wê di civakê de biçûk dixist xilas bû."

Têkildarî heman mijarê jina bi navê Henan Ebid El-Nasir got: "Îro jin ya herî kêf xweşe, ji ber ku ew a herî zêde ji binpêkirinên DAIŞ'ê azar kişandiye û rastî zulmê hatiye. Îro em çand û kultura xwe bi azadî pîroz dikin û dijîn.".

(şx)

ANHA