Şaredariyan Şedadê beşa pêncemîn a alavan wergirt

Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê beşa pêncemîn a alavên xizmetguzariyê radestî şaredariyên navçeya Şedadê kirin.

Şaredariyan Şedadê beşa pêncemîn a alavan wergirt
27 cotmeh, 2018   17:33

HESEKÊ

Şaredariya Gel a navçeya Şedadê û şaredariyên girêdayî wê yên bajarokê Megerda û Dişîşa beşa pêncemîn a alavên xizmetguzariyê ji Desteya Şaredariyan wergirtin.

Beşa pêncemîn ji 4 bildozeran pêk tê û dê ji bo paqijkirina bajêr ji bermahiyên şerên werin bikaranîn.

Derbarê mijarê hevserokê Rêveberiya Herêma Hesekê Husam El-Elî diyar kir ku Şaredariya navçeya Şedadê beşa pêncemîn a alavan wergirtin.

(şx)

ANHA