Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin û nasnemeya du şehîdan hate eşkerekirin

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Cuma Şakir ê ku 25‘ê Cotmehê de li Dêrazorê şehîd bibû li Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê hate veşartin. Di merasîmê de nasnmeyên şehîdekî Berxwedana Serdemê û gerîlayekî HPG‘ê hate eşkerekirin.

Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin û nasnemeya du şehîdan hate eşkerekirin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin û nasnemeya du şehîdan hate eşkerekirin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin û nasnemeya du şehîdan hate eşkerekirin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin û nasnemeya du şehîdan hate eşkerekirin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin û nasnemeya du şehîdan hate eşkerekirin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin û nasnemeya du şehîdan hate eşkerekirin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin û nasnemeya du şehîdan hate eşkerekirin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin û nasnemeya du şehîdan hate eşkerekirin
27 cotmeh, 2018   15:47

KOBANÊ

Bi sedan Şêniyên bajarê Kobanê, Reqa û Tebqayê, şervanên YPG û YPJ‘ê cenazeyê şervanê YPG‘ê Cuma Şakir (Qurşîn) yê ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê" şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî ji Goristana Şehîd Dicle veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi ji fermanarên QSD‘ê Omîd Gabar axivî û sersaxî ji malbata şehîd Qurşîn re xwest û got: "Şehîd Qurşîn roleke mezin di pêvajoya şoreşê de list, nemaze ku ji gundê Berx Batan ê Kobanê ye ku rastî komkujiyên DAIŞ‘ê hatin. Şehîd Qurşîn li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ‘ê yên li dijî Kobanê berxwedaniyeke mezin da meşandin."

Omîd Gabar her wiha got: "Li Minbicê em bêhna şehîd Qurşîn dikin, ji ber ku beşdarî pêngava rizgarkirina Minbicê bibû, li Dêrazorê jî em xwîna wî dibin, ku di pêngava rizgarkirina Dêrazorê de gihişt asta şehadetê."

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hatin kirin,

Meclisa Malbatên Şehîdan her wiha nasnemeya  şervanê YPG‘ê Mihemed  Zeyno (Baran Efrîn) ku di 31 Çileya 2018‘ê di Pêngava Berxwedana Serdemê Efrînê li navçeya Mabatayê şehîd bû û gerîlayê HPG‘ê Kerem Husyîn(Hesen Îmam) ê ku di 21`ê Adarê li Qendîlê şehîd bibû eşkere kir.

Girseya gel cenazeyê şehdî Qurşîn di nava dirûşme û tilîliyên dayika spartin axê.

(şm/hk)

ANHA