Koçberên Kampa Ebû Xeşeb ji ber lehiyê bê zar in

Rewşa koçberên Kampa Ebû Xeşeb a gundewarê Dêrazorê piştî lehiyên ku rabûne, veguherî kerasetekê. Koçberan bang kirin ku bi lez alîkariya wan bê kirin.

27 cotmeh, 2018   15:24

FADÎ EL-FARÛQ / DÊRAZOR

Li hemû bajarên Sûriyeyê û bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek baran barî û du rojan dom kir. Di encamê de lehî rabû û kon û milkên şêniyan bi xwe re birin.

Yek ji wan herêman, herêma Ebû Xeşeb a gundewarê Dêrazorê ku ji 31 gundan û kampeke koçberan pêk tê ye. Li herêmê lehiyên bi hêz rabûn, dar û stûnên kehrebeyê bi xwe hil kirin û di encamê de şênî neçar ma malên xwe terk bikin.

Ji herêmên herî zêde zirar dîtine, Kampa Ebû Xeşeb a koçberan e. Di encama lehiyan de rewşa kempê di nav derfetên kêm de veguherî kerasetê. Koçber bê cih û xwarin man.

Li ser bûyerê hevserokê Meclisa Dêrazorê Xesan El-Yûsif û endamên rêveber berê xwe dan kamp û gundan. Her wiha Xesan bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya şêniyan û bi taybet koçberan bikin.

Têkildarî mijarê koçbera bi navê Wedha El-Hemed got: "Konê me li ber lehiyê çû. Niha ez û zarokên xwe bê cih û xwarin man. Ez bang li rêxistinan dikim ku alîkariya me bikin."

Ji aliyê xwe ve koçberê bi navê Ubêd El-Elî yê ku ev bûye 9 meh in li kampê ye got: "Konên me telf bûne. Me ne ji germa havînê û ne ji bahozên zivistanê diparêzin. Em niha bê cih û xwarin mane." Her wiha Ubêd bang li aliyên têkildar kir ku li derdora kampê sûrekî ava bikin, da ku lehî derbasî kampê nebe.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê kampê Ehmed Xemîs El-Şêx got, di kampê de 505 malbat hene û wiha domand: "Roja pêcşemê, lehî li herêmê rabûn. Di encamê de beşa rojhilat a kampê wêran bû û kon xirab bûn. Em bang li rêxistinan û aliyên têkildar dikin ku alîkarî pêşkeşî me bikin, da ku bi dehan malbatên ku li erdê mane di nav serma zêde de rizgar bikin." Her wiha El-Xemîs tekez kir ku ew bi hewcedariya noqteyek tenduristiyê ne.

(şx)

ANHA