Şêniyên Qamişlo şehîdên meha Cotmehê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo merasîma bîranîna şehîdên meha Cotmehê li goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar xist.

Şêniyên Qamişlo şehîdên meha Cotmehê bi bîr anîn
Şêniyên Qamişlo şehîdên meha Cotmehê bi bîr anîn
27 cotmeh, 2018   15:50

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo tev li merasîma bîranîna 66 şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê û Şoreşa Rojava ku di meha Cotmehê de di sal û cihên cuda de gihiştine şehadetê, bûn. Merasîm li gorsitana Şehîd Delîl Seroxan li dar ket.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Desteya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Mawend Xilo axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û wiha got: "Di kesayeta van şehîdan de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber fedekariya wan ditewînin."

Paşê bi navê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Telal Munzur bavê Şehîd Zelal axivî û şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî û soza şopandina riya şehîdan ta pêkanîna hemû armancên wan da.

Her wiha Telal bi vê mebestê helbestek ku behsa şehîdan û fedekariyan wan û bi taybet keça xwe Şehîd Zelal dike xwend.

Merasîm bi xwendina nasnameyên 66 şehîdan bi dawî bû.

(şx)

ANHA