Şaredariya Eyn Îsa: Tedbîrên parastina şêniyan hatin girtin

Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa gelek tedbîrên zivistanê girtine.

Şaredariya Eyn Îsa: Tedbîrên parastina şêniyan hatin girtin
Şaredariya Eyn Îsa: Tedbîrên parastina şêniyan hatin girtin
Şaredariya Eyn Îsa: Tedbîrên parastina şêniyan hatin girtin
Şaredariya Eyn Îsa: Tedbîrên parastina şêniyan hatin girtin
Şaredariya Eyn Îsa: Tedbîrên parastina şêniyan hatin girtin
Şaredariya Eyn Îsa: Tedbîrên parastina şêniyan hatin girtin
Şaredariya Eyn Îsa: Tedbîrên parastina şêniyan hatin girtin
27 cotmeh, 2018   13:52

MIHEMED EL-EHMED – TIRKÎ EL-KELAT / GIRÊ SPÎ

Bajarên Sûriyeyê û bi taybet ên herêmên bakurê Sûriyeyê dema ku baran pir bariya, lehî lê pêk hatin û gund, bajar û kampên koçberan di bin avê de man û zirarên madî jî pêk hatin.

Şaredariya Gel a Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî, di vê hefteyê de dest bi kar û xebatên xizmetguzariyê kir.

Ji bo ku çûn û hatina navçeyê hêsan bibe, şaredariyê li ser rêyên ku bi dehan gundên bakur û rojava yên naçeyê kevirên şikestî belav kirin ku dema lehî pêk werin rê neyên girtin.

Der barê mijarê de, hevserokê Şaredariya Gel a Eyn Îsa Enwer El-Iwêd destnîşan kir ku wan tedbîrên pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêk û zehmetiyên ku rastî şêniyan tên, girtine.

Tê destnîşankirin ku navçeya Eyn Îsa yek ji herêmên lehiyê ye, tê re Wadî El-Selîle derbas dibe, ew jî avê li gundên rojavayê navçeyê kom dike.

(jo)

ANHA