Ji bo rawestandina diyardeya leza zêde hemleya hişyarkirinê

Ji bo rawestandina diyardeya leza zêde ya motorsîklêtan, li navçeya Tirbespiyê,Yekitiya Ciwanên Rojava dest bi hemleya hişyarkirinê kir.

Ji bo rawestandina diyardeya leza zêde hemleya hişyarkirinê
Ji bo rawestandina diyardeya leza zêde hemleya hişyarkirinê
Ji bo rawestandina diyardeya leza zêde hemleya hişyarkirinê
Ji bo rawestandina diyardeya leza zêde hemleya hişyarkirinê
27 cotmeh, 2018   13:51

QAMIŞLO

Yekitiya Ciwanên Rojava û bi koordîneya Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê, hemleya belavkirina belavokan der barê rawestandina diyardeya leza zêde de, li ser şêniyên navçeyê kir.

Di belavokan de ev nivîs hatine nivîsandin: “Kintirîn rêya mirinê lez e”, “Na ji zirer û gengeşeyê re, na ji motorsîklêtên bêfikarre, ajotina te ya hêdî asta exlaqê te diyar dike û Motorsiklêt riyeke xwedanajiyankirinê ne, ne amûrekî mirin û tirsê ye.”

Ciwanan ev belavok li şêniyên navçeyê belav kirin û li ser dîwaran daliqandin. Tê payîn ku ev belavok li her çar navçeyên Meşûqa, Til Merûf, Hilwa û Ebû Fir bên belavkirin.

(kc)

ANHA