YCR`ê navendeke xwe li navçeya Şêranê vekir

Yekitiya Ciwanên Rojava navendeke xwe li navçeya Şêranê ya girêdayî bajarê Kobanê bi merasîmekê vekir.

YCR`ê navendeke xwe li navçeya Şêranê vekir
YCR`ê navendeke xwe li navçeya Şêranê vekir
YCR`ê navendeke xwe li navçeya Şêranê vekir
YCR`ê navendeke xwe li navçeya Şêranê vekir
27 cotmeh, 2018   14:12

KOBANÊ

Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) navendeke xwe bi navê Navenda Şehîd Mezlûm Kobanê, bi amadebûna bi sedan ciwanan li navçeya Şêranê vekir.

Li ser navê YCR’ê Agirî Ararat di merasîmê de axivî û wiha got: "Em vekirina navendê li hemûyan pîroz dikin û em îro bi saya xwîna van şehîdan gihaştin vê astê û me ev navend vekir."

Her wiha dayika şehîd Mezlûm, Fatma Îbrahîm jî wiha axivî: "Ez îro pir kêfxweş im, dema ku min dît ev navend bi saya xwîna şehîdan û xwîna lawê min hate vekirin û ez bi şehadeta lawê xwe û hemû şehîdan serbilind im, ji ber ku kesên hiştin em bigihîjin vê astê, ew in."

Piştî axaftinan Koma Awazên Rojê ya zarokan, Koma Sorgulên Biharê ya Tilxezalê, Koma Hestên Bêsînor û endama Çand û Hunerê ya Kobanê Zehrayê stran pêşkêş kirin.

Deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Mezlûm Kobanê ve hate vekirin. Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

(hh-sn)

ANHA