HPG`ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayekî ku li Çelê şehîd bûye, eşkere kir.

HPG`ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
27 cotmeh, 2018   12:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku di encama bombebarana giran a li navçeya Çelê ya Colemêrgê de gerîlayek şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“14'ê Cotmehê hêzên me li qada Çepera Şêxa ya Çelê ya Colemêrgê dema ku li ser peywira xwe bûn, artêşa Tirk bi obûs û topên hawanan qadên ku hevalên le bûn bombe kirin. Di encama vê bombebaranê de hevalê me Bilind Qamişlo şehîd bûye.

Agahiyên sicîlê yê hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Bilind Çiya

Nav û Paşnav: Brûsk Îbrahîm

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Navê Dayik – Bav: Sedîka - Îbrahîm

Cih û Demê Şehadetê: Colemêrg / 14’ê Cotmeha 2018’an

26'ê Cotmehê saet 05.00'an balafirên şer tên artêşa Tirk geliyê Elî Dirêj a Sidekanê ya li nav xaka Başûrê Kurdistanê bombe kirine.

27'ê Cotmehê (îro) saet 09.00'an balafirên şer tên artêşa Tirk ya dagirker girê Silêman ê li herêma Avaşînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê bombe kirine. Di encamê de ti ziyan negihaştiye gerîlayên me."