Bi destwerdana Misr û hêzên navneteweyî şerê li Xezayê rawestiya

Îro saet di 11.00’an de piştî destwerdana Misr û hêzên navneteweyî, komên Filistînê ragihand ku ew amade ne careke din agirbesta di navbera Xeza û Îsraîlê de erê bikin.

Bi destwerdana Misr û hêzên navneteweyî şerê li Xezayê rawestiya
27 cotmeh, 2018   13:07

XEZA

Di 12 seatên dawîn de, balafirên şer ên Îsraîlê Xeza bombebaran kir, ev yek jî piştî ku ji Xezayê li dijî îsraîliyên li Xezayê moşek avêtibûn, pêk hat.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avijaa Adraei têkildarî mijarê wiha got: "Artêşê 34 moşekên ku ji aliyê Xezayê ve hatin û li cihên leşkerî yên Îsraîlê ketin, 13 jê bê bandor kirin. Artêşa Îsraîlê zêdetirî 87 hedef di nav de zeviyên çandiniyê, mal û avahiyên çapemeniyê bombebaran kirin."

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê ragihand, Herekit Cîhad El-Îslamiyê û hevalbendên wê "Seraya El-Quds" berpirsyarê avêtina moşekan rakirin, ev yek jî wek bersiva komkujiyên Îsraîlê ku li dijî xwepêşandanên ku li ser sînorê Xezayê pêk tên. Herî dawî 7 filistîniyan jiyana xwe ji dest da, di nav de 5 li Xezayê, 2 li derdora Xezayê û zêdetirî 200 kes bi giranî birîndar bûn.

Serokê artêşa Îsraîlê Gadi Eisenkot civînek ji berpirsên hêzên ewlekariyê re li dar xist, lê heta niha encamên wê nehatine diyarkirin.

Îsraîl û Filistîn agirbesta li Xezayê heta niha diparêzin, lê tê diyarkirin ku eger bombebaran ji aliyekî ve derkeve, dê careke din şer rû bide.

 (jo)

ANHA