‘Rizgarkirina Reqayê serkeftina hemû gelên Sûriyeyê ye‘

Di şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de hate destnîşankirin ku rizgarkirina bajêr serkeftina hemû gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê ve ye.

‘Rizgarkirina Reqayê serkeftina hemû gelên Sûriyeyê ye‘
‘Rizgarkirina Reqayê serkeftina hemû gelên Sûriyeyê ye‘
‘Rizgarkirina Reqayê serkeftina hemû gelên Sûriyeyê ye‘
‘Rizgarkirina Reqayê serkeftina hemû gelên Sûriyeyê ye‘
‘Rizgarkirina Reqayê serkeftina hemû gelên Sûriyeyê ye‘
‘Rizgarkirina Reqayê serkeftina hemû gelên Sûriyeyê ye‘
‘Rizgarkirina Reqayê serkeftina hemû gelên Sûriyeyê ye‘
27 cotmeh, 2018   12:42

REQA

Îro şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê tê lidarxistin. Bi hezaran şêniyên bajarê Reqayê, şervan, fermandarên QSD`ê, Hêzên Erka Xweparastinê, siyasetmedar û rûspiyên eşîran beşdarî şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ku li stada El-Eswed tê lidarxistin, bûn.

Şahiyê bi toreneke leşkerî ji aliyê hezar û 500 şervanan ve dest pê kir. Her wiha ji aliyê hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa û hevseroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed ve axaftin hatin kirin.

Di şahiyê berdevkê fermî yê QSD`ê Kîno Gabriyêl axivî û sersaxî ji malbatên hemû şehîdên re xwest û destnîşan kir ku îro rojeke dîrokî ye, bajarê Reqayê ji zilm, zor û tarîtiya terorê hate rizgarkirin. Gabriyêl di axaftina xwe de got rizgarkirina bajarê Reqayê serkeftina hemû gelên Sûriyeyê ye, piştî ku Şengal, Kobanê, Girê Spî, Minbic hatin rizgarkirin îro jî çeteyên DAIŞ`ê ber bi tunekirinê ve diçin.

Kîno Gabriyêl di dawiya axaftina xwe de salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê li hemû gelên Sûriyeyê pîroz kir û soz da ku dê heta dawiyê li dijî terorê şer bikin.

Paşê axaftina lîwayê Amerekî Patrick Robinson bi rêya dîmeke qeydkirî hate pêşkêşkirin. Patrick Robinson di axaftina xwe de ev tişt got: "Em salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê li hemû gelê Reqayê pîroz dikin. Spasiya şervanên QSD`ê li ser cenga wan a mezin a rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê dikin. Her wiha spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku aramî û ewlehiya bajêr diparêzin û Meclisa Sivîl a Reqayê dikin ku kar û xebatên ji bo jinûveavakirina bajêr dixebitin. Em bi hêvî ne ku bajarê Reqayê hê jî bi ser bikeve. Li şûna 79 endamên hêzên koalîsyonê, em îro bi we re şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê pîroz dikin."

Berdevkê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Elî El-Hesen jî axivî û destnîşan kir ku hêzên wan ji bo peydakirina aramî û ewlehiya bajarê Reqayê û gundewarên wê di nava tevgerê de ne û diyar kir ku ew li dijî çanda "xwînrijandinê" ku ji aliyê çeteyan ve hate meşandin, tê dikoşin.

El-Hesen şahiya salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê li gelê Sûriye, şervanên QSD’ê, Hêzên Parastina Civakî, şervanên YPJ/YPG’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz kir.

Her wiha hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulhamid El-Mehbaş got çeteyên DAIŞ`ê dixwest bajarê wan bikin peytexta terorê lê gelê wê li ber xwe da heta ku gihaştin roja rizgarkirinê.

Şahî bi axaftin û pêşkêşiyên hunerî didome.

(bx)

ANHA