'Piştî ku çeteyan Reqa ji xwe re kir paytext, niha veguherî paytexta jinên azad'

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku bajarê Reqa piştî ku wek paytexta qaşo a çeteyên DAIŞ'ê dihat nasîn, veguherî peytexta jinên azad û da zanîn ku dê veguhere mînaka Sûriyeya demokratîk.

'Piştî ku çeteyan Reqa ji xwe re kir paytext, niha veguherî paytexta jinên azad'
27 cotmeh, 2018   12:09

REQA

Welatiyên bajarê Reqayê îro şahiya yekemîn a salvegera rizgarkirina bajêr ji destên çeteyên DAIŞ'ê li dar dixin. Şahî li stada El-Eswed bi beşdarbûna bi hezaran welatiyan û şervanên QSD'ê, hêzên Erka Xweparastinê, kesayetên siyasî û rûspiyên eşîran hate lidarxistin.

Di şahiyê de seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axivî û wiha got: "Silav ji hemû kesan re ku beşdarî rizgarkirina bajêr bûne û aramî û ewlehî ji welatiyên wê re vegerandine. Welatiyên me yên bajarê Reqayê yê azad, li vir û beriya salekê paytexta zilmkarî û tarîtiyê hate hilweşandin û çeteyên DAIŞ'ê hatin têkşikandin."

Îlham Ehmed wiha domand: "Ev serkeftin, şehîdan bi xwîna xwe nexşandiye. Ev serkeftina ku li ba dilê me hemûyan giranbuha ye, bêyî fedakariya şervanên QSD'ê pêk nedihat. Bi saya van fedakaran deriyê aramî û ewlehiyê di qonaxeke dijwar de hate vekirin û hevgirtina welatiyan ku DAIŞ'ê hewl dida têk bişikîne, hate vegerandin."

'Me astengî derbas kirin, em ê qonaxa avakirinê jî derbas bikin'

Îlham Ehmed di berdewama axaftina xwe de got ku rizgarkirina Reqayê rê li pêşiya vegera welatiyan vekir da ku jiyana xwe vejînin û Reqa di dîrokê de nivîsand ku teror têk şikand û îradeya gelê me di jiyanê de ji îradeya mirinê xurttir e. Reqa piştî ku hate rizgarkirin tavilê radestî Meclisa Sivîl a Reqayê hate kirin û wê jî ji aliyê xwe ve dest bi qonaxa jinûveavakirinê û peydakirina aramiyê kir û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Wekî ku me soza serkeftinê dabû, niha me stratejiyeke temam ji bo jinûveavakirinê daye pêşiya xwe û encamên wê dê ji her welatiyekî re zelal bin. Di rojên rizgarkirinê de me astengî derbas kirin û em ê di qonaxa avakirinê de jî derbas bikin.

'Reqa dê bibe peytexta jinên azad'

Îlham Ehmed di axaftina xwe de got ku Reqa dê veguhere mînaka Sûriyeya demokratîk û nenavendî û dê bibe peytexta jinên azad ku di pêngava rizgarkirina bajêr de pêşeng bûn û wiha anî ziman: "Reqa dê veguhere xaleke dîrokî di giştî Sûriyeyê de û di encama van serkeftinan de dê bandora xwe li asta herêmî û navneteweyî bike. Divê em hemû hevkariya hev bikin û li hemberî gumanên li dijî ewlehî û aramiya bajêr tev bigerin. Parastina bajêr erka welatiyên herêmê ye."

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk  Îlham Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hezar silav ji bav û dayik û hevjînên şehîdan re. Bi saya xwîna van şehîdan rûmeta gel hate parastin. Em şoreşgerên birîndar silav dikin ku bi saya fedakariya wan ken li ser rûyê zarokan ji nû ve hate nexşandin. Em şervanên ku niha li eniyên şer li dijî terorê li ber xwe didin bi dilgermî silavên xwe lê dikin."

ANHA