Li rex lûtkeya çaralî, Lavrov bi Çavuşoglu re civiya

Wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglu bi hevpîşeyê xwe yê Rûsyayê Sergî Lavrov re beriya lûtkeya çaralî ku dê îro li Stenbolê were lidarxistin civiya û berjewendiyên her du welatan di Sûriyeyê de gotûbêj kirin.

Li rex lûtkeya çaralî, Lavrov bi Çavuşoglu re civiya
27 cotmeh, 2018   11:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta karên derve ya Tirkiyeyê ragihand ku wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglu bi hevpîşeyê xwe yê Rûsyayê Sergî Lavrov re beriya lûtkeya çaralî Rûsya, Tirkiye, Almanya û Fransayê ku îro dê li Stenbolê were lidarxistin, civiya. Her du wezîran berjewendiyên her du welatên xwe di Sûriyeyê de gotûbêj dikin.

Tê payîn ku serokên her çar dewletan îro li Stenbolê bicivin û geşedanên dawîn ên li parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya komên çete yên ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin de ye, gotûbêj bikin.

Tirkiye ku alîkariya komên çete li Idlibê dike hewl dide piştgiriyeke navneteweyî wergire da ku dagirkeriya xwe li Idlibê bi rêya van komên çete berdewam bike. Rûsya û Îran jî ku alîkariya rêjîma Sûriyeyê dikin hewl didin parêzgehê bixin bin serweriya rêjîmê. Fransa û Almanya girêdayî "Koma Biçûk" a der barê Sûriyeyê de ne.