Çawaniya avakirina sîstemeke demokartîk di panêleke siyasî de hate vegotin

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê bi dirûşmeya "Pêşeroja Sûriyê di navbera pevçûnên qutban û nakokiyên partiyan de" panêleke siyasî li dar xist.

Çawaniya avakirina sîstemeke demokartîk di panêleke siyasî de hate vegotin
Çawaniya avakirina sîstemeke demokartîk di panêleke siyasî de hate vegotin
Çawaniya avakirina sîstemeke demokartîk di panêleke siyasî de hate vegotin
Çawaniya avakirina sîstemeke demokartîk di panêleke siyasî de hate vegotin
Çawaniya avakirina sîstemeke demokartîk di panêleke siyasî de hate vegotin
Çawaniya avakirina sîstemeke demokartîk di panêleke siyasî de hate vegotin
26 cotmeh, 2018   20:54

ŞEHBA

Panêl li kampa Serdem a Şehbayê bi armanca gotûbêjkirina çawaniya çareserkirina aloziya Sûriyê û avakirina sîstemekî demokratîk û ne navendî hate lidarxistin.

Nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Hevendiya Niştimaniya Demokratîk, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrîn û Şehayê û Yekitiya Jina Azad a Kantona Şehayê beşdarî panêlê bûn.

Panêl bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Rêveberê Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê Ûsama Xelîl armanca lidarxistina panêlê diyar kir û got: "Panêl bi armanca nîqaşkirina geşedanên siyasî û leşkeîr li Rojhilata Navîn Sûriyê bi taybet e hatiye lidarxistin, her wiha şerê di navbera qutban de û naokiyên partiyan de yên destwerdanê di Sûriyê de dikin hatiye lidarxistin."

Xelîl her wiha bal kişand ku beşên ku dê di panêlê de werin nîqaşkirin, federaliya Bakurê Sûriyeyê wekî projeya çareserkirina aloziya Sûriyê û rola saziyên çandê û rewşenbîran di çareserkirina aloziyê de ye. Her wiha danûstandina bi rêjîmê de û mijara nakokiyên di navbera kurdan de dê werin nîqaşkirin.

Di destpêka panêlê de mijara Federaliya Demokratîk hate nîşqakirin.

Di nîqaşên beşdaran de, hate gotin ku federal çareseriya herî guncaw a rêxistina civakî û çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn e. Her wiha hate gotin ku sîstema federal ji herêmên ku gelek etnîk, ol, mezheb û netew lê jiyan dikin munasibe û banga pêşxistina sîstemê hate kirin.

Bi guhertina zihniyeta paşverû dê saziyên tebqî ji holê rabin

Di nîqaşan de rola saziyên çand û rewşenbîran di guhertinn û pêşxistina civakî de hate destnîşankirin. Beşdaran teqez kirin hewcedariya civakî bi perwerdeyê heye da ku aloziyê derbas bike û hate gotin ku, ji bo derbaskirina aloziyê divê di serî de zihniyeta paşverû were guhertin û civaka ku bikaribe bi xwe xwe birêve bibe were avakirin, ji ber ku bi civaka tebeqî ne mumkine rêxistinbûyîn pêk were.

Armancên Danûstandinên bi rêjîmê re ne avakirina dewleteke desthilatdar e

Têkildarî vê bendî jê, beşdaran teqezî li ser danûstandinan kir û wekî gava yekem a çareriyê hate binavkirin.

Hate diyarkirin ku hunandina destûreke nû ji bo pêşerojê dê dawî li aloziyê werîne û desthilatdariya navendî bi dawî bike, di heman demê de hate destnîşankirin ku danûstandinên bi rêjîma Sûriyê re bi girêk be, ji ber ku gele alî li pey rêjîmê hene û wê Ii gorî berjewendiyên xwe wê dide tevgerkirin, mîna Îran û Rûsiyê. Beşdaran dane xuyakirin ku danûstandinên bi rêjîmê re bi hewceta îqnakirin û fikr û felsefeyê heye da ku bighêjin armancên serkeftî ya avakirina pergaleke pirreng û ne navendî. Her wiha hate teqezkirin ku nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku diyalogan bi rêjîmê re dikin, armanca wan ne avakirina dewleteke desthilatdar e, lê belê armacna wan avakirina Sûriyeke pirreng, ne navendî û demokratîk e.

Armanca Kurd avakirina sîstemekî demokratîk e 

Beşdarên panêlê teqez kirin ku armanca Kurdan avakirina sîstemekî demokratîk ji bo gelê Sûriyê.

ANHA