Pirzimanî bingeha jiyana pevre ya pêkhateyan e

Mamosteyên herêma Serêkaniyê ku her pêkhateyek bi zimanên xwe dixwînin û fêrî zimanê cîranên xwe dibin diyar kirin ku pêkhateyên Serêkaniyê di dibistanê de bi rêya fêrbûna zimanên cîranên xwe fêrî jiyana pevre dibin

Pirzimanî bingeha jiyana pevre ya pêkhateyan e
Pirzimanî bingeha jiyana pevre ya pêkhateyan e
Pirzimanî bingeha jiyana pevre ya pêkhateyan e
Pirzimanî bingeha jiyana pevre ya pêkhateyan e
Pirzimanî bingeha jiyana pevre ya pêkhateyan e
Pirzimanî bingeha jiyana pevre ya pêkhateyan e
Pirzimanî bingeha jiyana pevre ya pêkhateyan e
27 cotmeh, 2018   06:10

BERÎTAN MEDÛSA – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Li gorî agahiyên UNESCO’yên di sibata 2018’an de dayî, li cîhanê nêzî 6 hezar ziman tên axaftin û ji vana 2 hezar ziman ber bi windabûnê ve diçin. Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dibêje “Ziman daneheva exlaq, hîs, hişmendî û fikra estetîk a civakê ye. Civakek çi qas zimanê xwe ji dest dabe, tê wateya ku ew qas hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin, wê demê jî bi tunebûnê re rû bi rûye.”

 Bi taybet li Rojhilata Navîn gelek gelên cuda dijîn, li hemberî vê jî perwerde tenê bi zimanê hinek netewedewletên desthilatdar tê dayîn. Tenê ew ziman tên pêşxistin. Bakûrê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî wek cîhaneke biçûk e, di nav de gelek pêkhate yanî zimanên cuda (Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Çeçen) hene. Lê mixabin ji ber ku perwerde û zimanê axaftinê tenê erebî bû, zimanên din nehatin pêşxistin heta hêdî hêdî ber bi tunebûnê ve diçûn. Piştî şoreşa Rojava, Rêveberiya Xweser ev yekzimanî guherand û derfet da her neteweyekî ku zimanê xwe bixwîne û bi pêş bixe. Niha di dibistanên Bakûrê Sûriyeyê û Rojava de kurdî, erebî, suryanî tê dayîn. Rêveberî hewl dide li gorî derfetan dibistanên pêkhateyên din jî veke.

Yek ji herêmên Rojava ku Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Çeçen lê dijîn jî Serêkaniyê ye. Lê mixabin êdî di civakê de zimanên suryanî, ermenî û çeçenî pir kêm tên axaftin. Ji ber ku ev ziman di dibistanan de nehatine dayîn, êdî neslên nû bi van zimanan naaxivin.

Li Serêkaniyê di dibistanên Rêveberiya Xweser de perwerde bi zimanê kurdî û erebî tê dayîn. Li gorî derfetan dixwazin dibistanên Ermen, Suryan û Çeçenan vekin.

Li herêma Serêkaniyê bi giştî 117 dibistanên seretayî, 32 yên navîn û 4 jî dibistanên amadehiyê hene. Ji van dibistanan 20 dibistan kurdî û erebî tevlihev in, yên din jî li gorî herêmê kurdî yan jî erebî ne. Bi giştî 20 hezar xwendekar li herêma Serêkaniyê dixwînin.

Berdevkê rêveberiya dibistanan ê Serêkaniyê Îdris Hecî Hesen agahî li ser perwerdeya Serêkaniyê da ajansa me. Hesen diyar kir ku pêkhateyên Bakurê Sûriyê ji zimanê xwe mehrûm mabûn û wiha got: “Piştî ku Rêveberiya Xweser hate avakirin, êdî her pêkhateyek bi zimanê xwe dixwîne û bi hebûna xwe serbilind e. Ji ber ku zimanê gelekî hebûna wî ye.”

Me wek ANHA serdana Dibistana Seretayî ya Abdulrehman El-Xafiqî kir. Dibistan yek ji mînakên jiyanan pevre ye, xwendekarên Kurd û Ereb bi hev re dixwînin. Li aliyekê dengê tîpên kurdî li aliyê din jî dengê tîpên erebî tê û di bêhnvedanan de jî xwendekar bi hev re dilîzin. Xwendekar hetanî refa 4’an bi zimanê xwe perwerde dibe, piştî ku diçe refa 4’an dest bi fêrbûna zimanên pêkhateyên din jî dike. Ev dibe pêngaveke mezin ji bo nasnameya hev nas bikin û rêzgirtinê ji nasnameya hev re.

‘Wekheviya pêkhateyan bi wekheviya zimanan pêk tê’

Mamosteya zimanê Erebî ya refa 6’emîn Emîne Ebud anî ziman ku ew di dibistanê de zarokan di temenê biçûk de fêrî jiyana pevre dikin û wiha axivî:“Ji beriya her tiştî divê mamostayên me hişmendiya jiyaneke wekhev baş fêm kiribin da ku xwendekaran bi hişmendiyeke jiyana pevre perwerde bikin. Ev wekhevî jî destpêkê bi rêya ziman pêk tê. Em her pêkhateyekê bi awayê wekhev  zimanê wî dersê didin, ew jî fêrî wekheviya jiyanê dibin.”

‘Bi zimanê xwe xwendin ji bo me xewn bû’

Mamosteya refa 5’an a zimanê kurdî Leyla Qewas jî got fêrbûna zimanê wan ji wan re xewn bû. Leyla destnîşan kir ku di dema rejîmê heya 3 salan tiştek ji xwendinê fêm nedikirin û wiha axivî:“Me ji mamostayên xwe fêm nedikir, me xwe xerîb didît. Ji ber ku nasnameya mirov, zimanê mirov e.”

Leyla da zanîn ku ew ferq û cudahiyê naxin navbera tu pêkhateyan û wiha nirxand: “Her çendî sîstema me di serî de rastî pirsgirêkan hat jî, niha her ku diçe ber bi başbûnê ve diçe. Xwendekarên me jî ji bo ku bi zimanê xwe dixwînin pir kêfxweş in.”

(kc)

ANHA