ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.10.2018
27 cotmeh, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên HPG`ê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Zanîngeha Rojava bi wesîleya mezûnkirina beşê yekemîn ê ji xwendekarên zanîngehê şahiyekê li Hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Dada Civakî di çarçoveya amadekariyên lidarxistina konferansê civînekê li avahiya dadgehê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kîno Gabrîel: Heke ew dewlet daxwaza welatiyên xwe nekin û wan li welatê xwe ceze nakin, em ê derheqê wan de tedbîrên pêwîst bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca ku koordînekirina kar di navbera rêveberî û meclisên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û hevparpkirina qanûnan hate damezrandin. Rêveberiyê xebatên xwe yê rêxistinkirî didomîne, diyar bû ku dê serê Mijdarê de deste dest bi kar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Leşkerên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê tevahî berhemên zeytûnan ên gundê Feqîra ya Êzidiyan talan kirin, di heman demê de kiryarên xwe yên li hemberî civaka Êzidî ji rûxandina pîrozgehan  didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gundê Til Qerah ku di sala 2015‘an wekî bargeheke stratîjîk a çeteyên DAIŞ‘ê dihate dîtin veguheriye sembola berxwedanê. Şêniyên Efrînê jiyana li gund geş kirin û berxwedana vegerê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ibrahîm El-Qeftan: Bi hûnandina destureke nû û diyarkirina mekanîzmeya pêkanîna wî çareserkirina aloziya Sûriyê pêkane ye. Amadekirina destûra pêşerojê bêyî danûstandinên navxweyî wê ne mumkin be pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÎNFOGRAFÎK

- Bûyerên ku di vê hefteyê de li Bakurê Sûriyê qewimin, em bi rêya infografîk careke din bînin bîra we. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kabûsên çeteyên DAIŞ‘ê û binpêkirinên wan ên li dijî şêniyên Reqayê di bîranîna şêniyan de mayînde me ye, ji wan dayika Mûnîra El-Rehal. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di şert û mercên zehmet de erka xwedîkirina malbatê rakir, piştî ku her tiştê xwe li pey xwe hişt û ji ber hovîtiya çeteyan reviyan, li kampa Erîşê xwe fêrî dirûtinê kir, ev kar ji malbatê re bûye wesîleya xwedîkirinê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Çand û Hunera Demokratîk bi dirûşmeya  "Di jiyanê de roja xweşî û nexweşiyê" Komîna Şano li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo tê avakirin, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Di encama qutkirina ava Çemê Diclayê de û kêmbûna asta avê şêniyên gundê Eyn Dîwar ji ava vexwarinê û avdana zeviyên xwe mehrûm mane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêwîstiya şêniyên bajaroka Ceza û 52 gundên girêdayî bi nan heye, aliyên têkildarî diyar kirin ku ew di destpêka mijdarê de nan peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA