Li herêma Ebû Xeşeb lehiyeke dijwar çêbû

Li gundên herêma Ebû Xeşeb a girêdayî bejahiya Dêrazorê, lehiyeke dijwar çêbû û xelk neçar ma ku ji malên xwe derkeve.

Li herêma Ebû Xeşeb lehiyeke dijwar çêbû
Li herêma Ebû Xeşeb lehiyeke dijwar çêbû
Li herêma Ebû Xeşeb lehiyeke dijwar çêbû
Li herêma Ebû Xeşeb lehiyeke dijwar çêbû
Li herêma Ebû Xeşeb lehiyeke dijwar çêbû
Li herêma Ebû Xeşeb lehiyeke dijwar çêbû
26 cotmeh, 2018   09:45

DÊRAZOR

Ji duh ve li tevahiya bajarên Sûriyeyê û taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, baraneke dijwar dibare. Di encama barana ku heta niha dewam dike de, li gelek gundan lehî rabû. Ji wan herêman yek jî herêma Ebû Xeşeb a Dêrazorê ye.

Li gundên Ebû Xeşeb ku hejmara wan 31 gund e, lehiyeke dijwar rabû. Nûçegihanên me ji herêmê ragihand ku gelek malên sivîlan hatin rûxandin û sivîl neçar man ku ji gundên xwe derkevin.

Ji aliyekî din ve jî, nûçegihanên me tekez kir ku li kampa Ebû Xeşeb jî ji ber lehiyê koçber gelek zehmetiyan dikişînin.

Nûçegihanên me destnîşan kir erebe û tiştên din ên xelkê ber lehiyê ketin. Heta niha ji ber lehiyê karesateke mirovî çênebûye.

(kc)

ANHA