Projeya ku dê pirsgirêka avê li Qamişlo bi dawî bike

Daîreya Avê ya bajarê Qamişlo bang li şêniyan kir ku tedbîrên xwe ji bo avê bigirin. Ji ber ku av di dawiyê vê mehê de heta hefteyekê bi awayekî beşî bê qutkirin. Ev qutkirin di çarçoveya pêkanîna projeyeke stratejîk de ku pirsgirêka avê li Qamişloyê bi tememî çareser bike tê. Her wiha gerînendetî û daîreya vê odeyek xebatên hevpar ji bo peydkirina pêwîstiyên şêniyan ji avê di dema pêkanîna projeyê de ava kir.  

Projeya ku dê pirsgirêka avê li Qamişlo bi dawî bike
Projeya ku dê pirsgirêka avê li Qamişlo bi dawî bike
26 cotmeh, 2018   09:53

EHMED SEMÎR-COMERD ŞÊXO / QAMIŞLO

Di dawiya vê mehê de Daîreya Avê ya Qamişlo dê rêjeya avê li stasyona El-Hilaliyê ya ku avê diavêje Qamişloyê bi rêjeya ji sedî 50 kêm bike. Di encama xirabûna toreyên sereke yên hilmijê de ev girtek hate girtin. Ji ber wê Daîreya Avê ya Qamişlo dê dest bi projeyek stratejîk di hundirê stasyonê de bike da ku holên hilmijê bi hev ve girê bide.

Ji ber ku stasyon bi rêjeya ji sedî 50 avê digihîne bajêr, dê av li hindek taxên bajêr kêm bibe û wek tedbîr gerînende û daîreya avê odeyeke xebatên hevpar ji bo peydakirina pêwîstiyên şêniyan ji avê bi rêya komînan av kir. 

Daîreya Avê ev proje bi armanca peydakirina avê û pêşxistina hilmijkirina avê ji tevahiya taxên bajêr re pêşkêş kir. Proje dê di 31'ê vê mehê de dest pê bike û li gorî plansaziya ku daîreyê daniye dê xebat di hefteyekê de bi dawî bibin.

Li gorî dabeşa îdarî, bajarê Qamişlo dabeşî du navçeyan; rojhilat û rojava dibe. Stasyon rojekê avê dighîne navçeya rojhilat û rojekê navçeya rojava da ku li taxan bê belavkirin.

Şêniyên Qamişlo di 6 salên dawîn de ji pirsgirêka kêmbûna avê gelek zehmetî kişandine. Ev pirsgirêk di encama xirabûna hin hilmijan de derket holê. Lê Daîreya Avê çareseriya vê pirsgirêkê dît û dê bi rêya projeya ku pêşkeş kiriye avê bigihîne taxên ku avê bi tu awayî nagihîjê, di nav de taxa Qidûrbeg.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Daîreya Avê Ronak Oskan ji ajansa me re axivî û wiha got: "Di 31'ê vê mehê de em ê dest bi projeya sererastkirina stasyona El-Hilaliyê bikin. Bi rêya vê projeyê dê holên hilmijkirina avê bi hev ve werin girêdan. "

Her wiha Ronak destnîşan kir ku du holên hilmijkirina avê yên stasyona taxa El-Hilaliyê hene. Ev proje bi mebesta peydakirina avê ji bajarê Qamişloyê re pêk tê.

Ronak wiha domand: "Eger pirsgirêkek awarte li Qamişlo çêbû û yek ji wan holan xirab bû, dê hola din avê bigihîne Qamişloyê."

Di berdewama gotinên xwe de Ronak destnîşan kir ku proje dê gelek sûdê li hemû taxên bajêr bike û pirsgirêka avê ku li hindek taxan mîna Qidûrbeg dê çareser bibe.

Her wiha têkildarî pêkanîna projeyê di meha zivistanê de Ronak wiha got: "Me di destpêka zivistanê de dest bi projeyê kir, ji ber ku ev dem ya herî guncaw e. Av pir nayê bikaranîn û da ku em rastî pirsgirêkeke din a avê neyên."

Girêdayî amadekariyên projeyê Ronak ev tişt anî ziman: "Me wek daîre û gerînendetiya avê bi awayekî xurt xwe amade kiriye. Me odeya xebatên hevpar bi armanca peydakirina pêwîstiyên şêniyan ji avê ava kir. Eger av ji bajêr qut bû, dê ode avê bi rêya komîn û komîteyên xedemî li şêniyan belav bikin. Her wiha me hemû sahrîcên avê bi vê mebestê amade kirine û dê bikevin xizmeta şêniyan heta bidawîkirina projeyê."

Di dawiyê de endama rêveber a Daîreya Avê ya Qamişlo Ronak Oskan bang li şêniyan kir ku tedbîrên xwe bigirin û bikaranîna avê heta bidawîkirina projeyê kêm bikin.

(şx)

ANHA