Di demeke nêz de Kongreya Meclisa Jinan a Dada Civakî li dar dikeve

Endama Meclisa Dada Jinan a Kantona Cizîrê Newroz Esaad teqez kir ku ew bi rêya lidarxistina civînan li ser asta Bakurê Sûriyeyê û Rojava gihaştin gelek encamên girîng û pêşniyarên ku dikevin xizmeta dada jinan. Her wiha diyar kir ku ew ji aliyê xwe ve dê van biryaran rakin kongreyê da ku werin gotûbêjkirin.

Di demeke nêz de Kongreya Meclisa Jinan a Dada Civakî li dar dikeve
Di demeke nêz de Kongreya Meclisa Jinan a Dada Civakî li dar dikeve
Di demeke nêz de Kongreya Meclisa Jinan a Dada Civakî li dar dikeve
Di demeke nêz de Kongreya Meclisa Jinan a Dada Civakî li dar dikeve
26 cotmeh, 2018   09:28

ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Dada Civakî amadekariyên lidarxistina kongreya xwe di meha bê de dike. Di vê çarçoveyê de Komîteya Lihevanînê ya Dadê, Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinan û Meclisa Dada Jinan a Cizîrê rêzecivînan ji jinên herêmê re bi armanca naskirina nêrînên wan ên girêdayî dada civakî û parastina mafên jinan li dar dixin.

Têkildarî mijarê ajansa me hevpeyvînek bi endama Meclisa Dada Jinan a Cizîrê Newroz Esaad re çêkir. Newroz destnîşan kir ku ew bi armanca naskirina nêrînên jinên herêmê yên girêdayî dada civakî civînan li dar dixin.

Armanca lidarxistina kongreya Meclisa Dadê

Endama Meclisa Dada Jinan Newroz Esaad destnîşan kir ku ew bi armanca gotûbêjkirina qanûnên girêdayî jinan û pêkanîna hin guhertinan di encama nîqaşên kongreyê de Meclisa Jinan a Dada Civakî amadekariyên lidarxistina kongreyê dike û wiha got: "Armanca me aktîfkirina rola jinan di dadê de ye. Her wiha em hewl didin yekitiya hemû jinên Bakurê Sûriyeyê bi rêya perwerde û birêxistinkirinê bi cih bînin."

Nirxandina xebatên Meclisa Jinan a du salan

Di berdewama gotinên xwe de Newroz bal kişand ku ew di vê demê de gelek civînan li herêmên Bakurê Sûriyeyê bi mebesta naskirina nêrînên jinan û pirsgirêkên ku xebatên meclisê asteng kirine, li dar dixin. Her wiha Newroz diyar kir ku ew ê wan nêrînan ji kongreyê re bi rê bikin, da ku werin nîqaşkirin û hemû kêmasiyan di dema bê de derbas bikin.

(şx)

ANHA