Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî ji bo Sûriyeyê dicive

Meclisa  Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, ji bo rewşa Sûriyê vê Înê dicive.

Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî ji bo Sûriyeyê dicive
26 cotmeh, 2018   09:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra roja Çarşemê serdana Şamê kiribû, lê bersiveke neyînî ji hikumetê girtibû. Mîstûra hewl da ku rejîma Şamê astengiya li pêşiya avakirina Komîteya Destûr  rake. Ev fikrê ji bo avakirina komîteyê, ji bo hîmê pêvajoya derbasbûnê deyne û destûra bingehîn a nû çêbike, derketibû holê.

Piştî ku rejîma Sûriyeyê ev daxwaz red kir, Meclisa  Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wê roja Înê li New Yorkê bicive. Li ser daxwaza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, tê payin ku Mîstûra bi dîmen tevlî konferansê bibe.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Mîstûra hefteya bihurî çûbû cem Meclisa  Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û ragihandibû ku wê meha Mijdarê dest ji wezîfeya xwe berde û ji bo hikumeta Sûriyeyê di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de Komîteya Destûr ava bike, wê hewl bide.

Biryara li ser avakirina komîteyê, meha Çileyê di civîna Soçiyê de ku bi serkêşiya Rûsyayê hate kirin, hatibû dayin. Ji wê wextê ve dema hevdîtinan dirêj bû û rejîma Sûriyeyê ji aliyê leşkerî ve gelek herêm kontrol kir.

Civîna Meclisa  Ewlekariyê beriya civîna rêveberên Rûsya, Tirkiye, Fransa û Elmanyayê ya roja Şemiyê li Stenbolê pêk were, tê lidarxistin. Tê payin ku di civînê de dîsa Rûsya û welatên Rojavayî li ber hev rabin.