Şaredariya Til Rifetê bi hemû derfetên xwe alîkariya şêniyan dike

Şaredariya Gel a navçeya Til Rifetê bê navber xebatên xizmetguzariyê ji bo şêniyan dike. Şaredarî av û kehrebe peyda kirin û kolanên navçeyê paqij kirin da ku nexweşî belav nebin.

Şaredariya Til Rifetê bi hemû derfetên xwe alîkariya şêniyan dike
26 cotmeh, 2018   09:23

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Gund û navçeyên kantona Şehbayê rastî êrîş û topbarana di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên rêjîma Sûriyeyê de hatin. Ji ber wê binesaziya wê herêmê hilweşiya. Ji wan navçeyan yek jî Til Rifet e. Şaredariya Gel li gorî derfetên xwe alîkariyên xizmetguzarî ji şêniyan re pêşkêş dike. 

Bi armanca paqijkirina kolanên navçeya Til Rifet 24 xebatkar di şaredariyê de dixebitin. Hemû kolanên sereke û şaxî bi awayekî rojane paqij dikin. Di xebatên paqijkirinê de 4 traktoran ji bo rakirina sergoyê bi kar tînin.

Her wiha şaredariyê rêyên ji ber şer hatibûn girtin, vekirin û hemû bermahiyên şer bi rêya treks û kamyonan ji wan kolanan rakirin.

Pirsgirêkên sereke çareser dike

Şaredariya gel hewl dide pirsgirêkên xizmetguzarî yên sereke çareser bike. Ji wan peydakirina avê, ji ber wê bi rêya sarîcan avê li şêniyên herêma Efrînê yên ku xwe li wê derê bi cih kirine, belav dike. Ji sedî 90 ji şêniyan re şaredarî avê peyda dike û bi rêya toreyan av digihîje taxên başûrê navçeyê.

Her wiha şaredariyê toreyên kanalîzasyonê yên di navbera navçeya Kefer Naya û Til Rifet de sererast kirin û hemû rogarên li ser rêya trênê li navçeya Til Rifet sererast kirin.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Şaredariya Gel a Til Rifetê Abdulrehman Qehreman got ew bi hemû derfetên xwe hewl didin pirsgirêkên xizmetguzarî yên ku şênî ji ber wan gazincan dikin, çareser bikin û hemû kolanên bajêr paqij dikin. Qehreman bang li hemû şêniyan kir ku parastina paqijiya bajêr bikin.

(bx)

ANHA