Şehîd Bêrîtan li Lubnanê hate bibîranîn

Gelê Kurd ê li Lubnanê têkoşer Bêrîtan di salvegera şehadeta wê ya 26`an de bi du civînên cuda bi bîr anî.

Şehîd Bêrîtan li Lubnanê hate bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Lubnanê hate bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Lubnanê hate bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Lubnanê hate bibîranîn
26 cotmeh, 2018   08:34

BEYRÛT

Li Lubnanê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi wesîleya salvegera 26`an a şehadeta têkoşer Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li payetexta Lubnanê Beyrûtê du civîn li dar xistin.  

Civîna yekemîn li Weqfeya Newroz a Çand û Hunerê û ya duyemîn jî li herêma Cibêl hate lidarxistin. Bi dehan welatiyên Kurd ên li Lubnanê tev li civînan bûn. Cihên her du civînan bi wêneyên têkoşer Bêrîtan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û al û sembolên kurdî hatin xemilandin.

Ji rêveberên TEV-DEM`ê Şervîn Cûdî û endama Desteya Rêveber a Rêxistina Rîbak Buşra Elî di civînan de axivîn. Di her du civînan de li ser kurtejiyana têkoşer Bêrîtan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku şehîd Bêrîtan ji xelkê Dêrsimê ye û sala 1971`an ji dayik bûye û sala 1991`an tev li nava refên tevgera rizgariya Kurdistanê bûye. Her wiha hate destnîşankirin ku têkoşer Bêrîtan sembolek ji sembolên berxwedan û têkoşîna jinan ji bo azadiyê ye. Sala 1992`an di êrîşên dagirkeriya Tirkiye, Îran û PDK`ê li ser herêma Lelîkanê ya başûrê Kurdistanê, şehîd Bêrîtan heta dawiyê li ber xwe da û teslîmkarî red kir, çeka xwe şikand da ku nekeve destê dijmin û îsbat kir ku tu kes nikare îradeya jinên azad bişikîne.

Her wiha hate tekezkirin ku têkoşer Bêrîtan bingeha avakirina artêşa jinan e, şehadeta wê deriyên nû li pêşiya şervanan di têkoşînê de vekir û li dijî sîstemên desthilatdar sekinî.

Ji aliyekî din ve jî li ser rewşa Sûriye û bi taybet Bakurê Sûriyeyê axaftin hatin kirin û hate tekezkirin ku Berxwedana Serdemê di qonaxa xwe ya duyemîn de didome, Efrîn dê rizgar bibe û dê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re bibe goristan.

Her wiha tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û bang li Netewên Yekbûyî, rêxistin, saziyên mafên mirovan û civaka navdewletî hate kirin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin û rewşa Ocalan diyar bikin.

Her du civîn bi dirûşmên “Şehîd namirin”, silavkirina berxwedana jinan û silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de, bi dawî bûn.

(bx)

ANHA