Kampa Mebrûka ji bo zivistanê ne amede ye

Li gel ku li Serêkaniyê şilî û sermayê dest pê kiriye jî, heta niha rêxistinan amadekarî û pêwîstiyên kampa Mebrûka ya koçberên mexdûrên çeteyên DAIŞ’ê bicih neanîne. Rêveberiya kampê diyar kir ku rêxistinan soz daye ku heta 1’ê Mijdarê pirsgirêkan çareser bikin.

Kampa Mebrûka ji bo zivistanê ne amede ye
Kampa Mebrûka ji bo zivistanê ne amede ye
Kampa Mebrûka ji bo zivistanê ne amede ye
Kampa Mebrûka ji bo zivistanê ne amede ye
Kampa Mebrûka ji bo zivistanê ne amede ye
Kampa Mebrûka ji bo zivistanê ne amede ye
Kampa Mebrûka ji bo zivistanê ne amede ye
26 cotmeh, 2018   08:32

BÊRÎTAN MEDUSA – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Kapma Mebrûka sala 2015’an ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li bajarokê Mebrûka ya girêdayî herêma Serêkaniyê ji bo xwedîderketina li koçberên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyan, hat avakirin. Dema ku kamp nû hat avakirin, hejmara koçberan 4 hezar bû. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê Titmûr, Tebqa, Minbic, Reqa û Dêrazor dagir kir, hejmara koçberan gihaşt 26 hezar kesî.

 Piştî ku QSD’ê Reqa, Minbic, Tebqa û herî dawî jî herêmên Dêrazorê ji çeteyan rizgar kirin, gel zivirî warê xwe. Niha hejmara koçberên di kampê de 2 hezar û 500 kes e. 500 kes ji Titmûrê û 2 hezar kes jî ji Dêrazorê mane li kampê.

Her çend kamp ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibe avakirin jî, pêwîstî û xwedîkirina koçberan ji aliyê rêxistinên mirovî (rêxistina NRC, rêxistina Inqazed El-Tifule, Heyva Sor a Kurd, rêxistina Xide El-Elemî, rêxistina Tenduristiya Zayînê) ve tê pêkanîn. Di destpêkê de li kampê rewşa xizmetê baş bû, lê her ku diçe ber bi xirabûnê ve diçe. Li gel ku şilî û sermayê dest pê kiriye jî heta niha van rêxistinan ji bo koçberan tu amedekarî nekiriye.

‘Em ji bo zarokan bang dikin’

Koçberê bi navê Nasir El-Seyid ku salek e ji Dêrazorê hatiye kampê, rewşa kampê wiha nirxand: “Li kampê gelek kêmasî hene. Ya sereke tenduristî ye. Derman pir kêm in. Çadirên ku dane me yên 6 mehî ne, ev salek zêdetir e ez li vir, çadir neguherî ne. Ji gel re ji bo zivistanê çadir, pêlav, cil û gaz pêwîst in. Xwarin ev salek e nehatiye guherîn. Tene 3 cure tên dayîn; nîsk, birinc û bezelye. Pêwîstiya zarokan bi goşt û şîr heye. Lê ev salek e nexwarine. Ez bang li rêxistinan dikim, ka li ku ne? Bi taybet ji bo zarokan divê tiştekî bikin.”

Koçberê bi navê Casim Mihemed ku ji Dêrazorê hatiye jî heman tişt anî ziman û wiha axivî: “Li gel ku xwarin ne baş e, hem jî kêm e. Têra me nake û em neçar in bikirin. Me ji bo vê meşek li dar xist. Soz dane û em li benda rêxistinan in.” 

‘Rêxistinan ji bo pêwîstiyan soz da heta 1’ê Mijdarê çareser bike’

Ji rêveberiya kampê Faîz Îbrahîm li ser pirsên me diyar kir ew ji bo dengê gel bihigînin rêxistinan kar dikin û wiha got: “Em meh bi meh xwestekên gel digihînin rêxistinan. Lê kêmasî di xizmetê de heye. Em niha amedekariya zivistanê dikin. Me ji bo amedekirina çadir, cil û berg, guherîna xwarinê û pêwîstiyên din pêwîstiyên gel ji rêxistinan re ragihand. Ji bo zivistanê 500 çadir, 2 hezar û 500 betanî, cilên zarokan û ambulansek ku bi şev dewamê bike ji rêxistinan xwestiye. Ji ber ku ambulansa heyî ya Heyva Sor a Kurd e û ew jî ji seet 08.00’an heya 16.00’ê dewam dike. Êvar û bi şev ambulans li kampê tune ye.”

Faîz Îbrahîm bi lêv kir ku gel ji bo kêmasiyan hefteya çûyî meşek li dar xist û me jî mafê wan ê demokratîk parast û piştgirî da wan û wiha dawî li gotinên xwe anî:”Rêxistinan jî soz da ku van pêwîstiyan hetanî 1’ê Mijdarê amade bikin.”

ANHA