Hilmija Reqa El-Sumra dê piştî çend mehan bikeve xebatê

Rêxistina Înma bi hevkariya Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi sererastkirina hilmija avdanê ya bajarokê Reqa El-Sumra û El-Himêrat li rojhilatê gundewarên Reqayê kir. Ev hilmij zêdetirî 50 hezar donim zeviyên çandiniyê av dide.

Hilmija Reqa El-Sumra dê piştî çend mehan bikeve xebatê
Hilmija Reqa El-Sumra dê piştî çend mehan bikeve xebatê
Hilmija Reqa El-Sumra dê piştî çend mehan bikeve xebatê
Hilmija Reqa El-Sumra dê piştî çend mehan bikeve xebatê
Hilmija Reqa El-Sumra dê piştî çend mehan bikeve xebatê
26 cotmeh, 2018   08:00

EHMED EL-ESAF / REQA

Dema Hêzên Sûriyeya Demokratîk herêma El-Keramê rizgar kir, çeteyên DAIŞ'ê bi zanabûn li hemû cihên giştî mayinan çandibûn, di nav de hilmijên avdanê jî.

Yek ji wan hilmijan, hilmija avdanê ya Reqa El-Sumra ye. Hilmij, avê diavêje hilmija El-Himêrat û ew jî avê diavêje 3 depoyan.

Her 3 depo ev in: Depoya Mezret Bedir a ku derdora 8 hezar donim zevî av dide, depoya Matemsî ya ku El-Zor a rojava û mezretên El-Matemsî bi rûbara 25 hezar donim av dide û depoya Himret Botiyê ya ku 23 hezar donim ên El-Zor rojhilat av dide. Ev her 3 depo bi rêya boriyan di bin de erdê avê li zeviyan belav dike.

Niha rêxistina Înma ya mirovî bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo sererastkirina hilmijê dixebite. Piştî bidawîkirina xebatn li gorî şertên ku berê bi meclisê re li hev kirine dê hilmijê radestî Komîteya Çandiniyê bike.

Werşeyên kar niha toreyên kehrebeyê û tabloyên kontrolkirinê ji bo naskirina pirsgirêkên torbînan û çêkirina wan, sererast dikin. Piştre dê depoyan paqij bikin.

Têkildarî mijarê endezyarê xebatê Salih El-Hemîd wiha got: "Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê hilmij radestî me kir, da ku em ji nû ve sererast bikin. Hilmij bi awayekî mezin ji aliyê çeteyan ve hatiye talankirin."

El-Hemîd tekez kir ku di mehek û nîv de dê xebatên sererastkirinê bi dawî bibin û av dê bigihîje cotkaran.

Cotkarên herêmê zeviyên xwe bi rêya bîran av didan û wê jî lêçûna avdanê zêde dikir. Bi sererastkirina hilmijê re dê barê cotkaran bi awayekî mezin sivik bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev hilmij; yekemîn hilmija nûjen a rojhilatê gundewarên Reqayê ye û rêjîma Sûriyeyê di sala 2009'an de ava kiriye.

(şx)

ANHA