QSD`ê mezintirîn êrîşa çeteyan li eniya Hecînê têk bir

Şervanên QSD`ê li eniya Hecînê êrîşa ku bi sedan çete, tevî tang û çekên giran tevlê bûbûn şikandin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û QSD`ê li herêmê dest bi operasyona paqijkirinê kiriye.

QSD`ê mezintirîn êrîşa çeteyan li eniya Hecînê têk bir
25 cotmeh, 2018   19:21

DÊRAZOR

Çavkaniyên leşkerî ji qada şer ragihand ku îro di saetên êvarî de dema li herêmê toz rabû, çeteyên DAIŞ`ê êrîşî noqteyên şervanên QSD`ê li eniyên Hecîn û Baxozê kirin.

Li eniya Hecînê derdora îstasyona trêna ya Mahata, bi sedan çete tevî tank, doçka û çekên giran êrîşî noqteyên şervanên QSD`ê kirin. Şervanên QSD`ê bersiv dan û şerekî dijwar ku çend saetan dewam kir, rû da. Di encamê de êrîşa çeteyan a mezin hate şikandin, her wiha gelek çete hatin kuştin û tang û erebeyên wan ên leşkerî jî hatin teqandin.

Heman çavkanî ragihand ku çeteyên mayî ber bi herêma beyarê ve reviyan. Şervanên QSD`ê di van kêliyan de li dijî çeteyên ku reviyane operasyon daye destpêkirin.

Li eniya Baxozê jî, li bajaroka El-Sûsê şer dewam dike.

(kc)

ANHA