Zanîngeha Helepçe ji bo piştgiriya zanîngehên Rojava amade ye

Di çarçoveya serdana şandeya zanîngehên Rojava li Başûrê Kurdistanê de, şandeyê serdana bajarê Helepçe û zanîngeha wê kir. Serokê zanîngeha Helepçe teqez kir ku ew amade ne destekê bidin zanîngehên Rojava.

Zanîngeha Helepçe ji bo piştgiriya zanîngehên Rojava amade ye
Zanîngeha Helepçe ji bo piştgiriya zanîngehên Rojava amade ye
Zanîngeha Helepçe ji bo piştgiriya zanîngehên Rojava amade ye
Zanîngeha Helepçe ji bo piştgiriya zanîngehên Rojava amade ye
Zanîngeha Helepçe ji bo piştgiriya zanîngehên Rojava amade ye
Zanîngeha Helepçe ji bo piştgiriya zanîngehên Rojava amade ye
Zanîngeha Helepçe ji bo piştgiriya zanîngehên Rojava amade ye
Zanîngeha Helepçe ji bo piştgiriya zanîngehên Rojava amade ye
Zanîngeha Helepçe ji bo piştgiriya zanîngehên Rojava amade ye
25 cotmeh, 2018   18:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Şande destpêkê, serdana goristana şehîdên Helepçe yên ku di encama êrîşên kîmwayî de sala 1988`an de ku ji aliyê sîstema Baas a Iraqê pêk hat, kirin.

Piştre şande ku ji textor Munîr Simo, endizyar Heysem Hiskî, mamoste Newroz Şêxmûs  û Rûhan Mustefa pêk dihat, serdana zanîngeha Helepçe kirin. Li vir şande ji aliyê serokê zanîngehê textor Tehsîn Abdullkerîm Emîn û textor Awar Hisên ji beşa qanûnî yê zanîngehê hatin pêşwazîkirin. Tehsîn Abdullkerîm Emîn kêfxweşiya xwe derbarê hatina şandeya zanîngehên Rojava anî ziman.

Di hevdîtinan de, behsa dîroka bajarokê Helepçe û qurbaniyên ku ev bajarê Kurdistanî di encama êrîşên kîmwayî yên Sedam Hisên de dane, her wiha rola zanîngeha Helepçe ji bo pêşxistina bajar û rakirina şopên komkujiyan, hate kirin.

Textor Tehsîn Abdullkerîm Emîn diyar kir ku ew wekî gelê Kurd gelek êş, zehmetî û komkujî û taybat komkujiya Helepçe ya sala 1988`an dîtine. Abdullkerîm Emîn da zanîn ku piştî ewqas tirajîdî û karîset, zanîngeha Helepçe hate avakirin û ew ê alîkariyê pêşkêşî birayên xwe yên her çar parçeyên Kurdistanê û di serî de Rojava, bike. Emîn teqez kir ku ew amade ne hevpeymanên zanîstî bi zanîngehên Rojava re mohr bikin û têkiliyekî dayîm bi zanîngehên Rojava re deyînin.

Di dawiya hevdîtinê de, şandeya Rojava xelatek ku têde hersê sembolên zanîngehên Rojava hebûn pêşkêşî textor Abdullkerîm kirin. Textor Abdullkerîm jî sê xelat ku têde sembola zanîngeha Helepçe hebûn pêşkêşî şandeyê kir.

Piştre şandeyê serdana fakulteya zanyarî kir û bi serokê fakulteyê Narîman Abdullah Elî re rûnişt. Fakultê jî amadebûna xwe ji bo destekdayîna zanistî ji bo zanîngehên Rojava ragihand.

Her wiha şandeya Rojava serdana fakulteya perwerdê kir û bi serokê fakulteyê re textor Mihemed Salih Rehîmî re rûnişt. Her du aliyan, derbarê beşên fakulte û projeyên wê yên zanyarî nîqaş kirin. fakulteya perwerdê jî destnîşan kir ku ew amade ne destekê bidin zanîngehên Rojava.

Di dawiya serdanê de, şandeyê serdana mexberên zanistî û eywanên perwerdê yên li fakulteyên zanîngehê kirin.

(kc)

ANHA