‘Çeka min li erdê nehêlin’

Bi biryara wî ya bi tevlêûna nava şoreşê re her tişt tê guhertin. Şehîd Hogir Erebo bi şoreşgeriya xwe tê nasîn û cihê xwe di xebatên avakirina hêzên parastinê de girtiye.

‘Çeka min li erdê nehêlin’
‘Çeka min li erdê nehêlin’
‘Çeka min li erdê nehêlin’
‘Çeka min li erdê nehêlin’
‘Çeka min li erdê nehêlin’
‘Çeka min li erdê nehêlin’
‘Çeka min li erdê nehêlin’
‘Çeka min li erdê nehêlin’
‘Çeka min li erdê nehêlin’
‘Çeka min li erdê nehêlin’
26 cotmeh, 2018   05:08

ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO

Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Hogir Beşîr Erebo (Berxwedan) şehîdê azadiyê, semboleke şoreşa gelan û şoreşa rojavayê Kurdistanê ye.

Têkoşer Hogir Erebo li gundê El-Melêk ê girêdayî navçeya Dirbêsiyê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Têkoşer Hogir di nava 6 bira û 4 xwişkan de birayê herî biçûk e. Di nava malbata xwe de kesekî çalakbûye. Têkoşer Hogir ji ber danûstandina mamosteyên partiya Baasê neçar dimîne ku terka dibistana xwe bike û li rex malbata xwe beşdarî nava xebatên çandiniyê bibe. 

Têkoşer Hogir bi dilnermbûna xwe navdar bû û di xebatên tevgera rizgariya Kurdistanê de çalak bûye û ji aliyê hemû malbat û xizmên xwe ve dihat hezkirin.

Der barê kesayeta têkoşer Hogir de pismamê wî Ferhad Erebo diyar kir ku şehîd Hogir bi wêrekî tev digeriya û di serdema desthilatdariya rêjîma Baasê de tu carî neditirsî û salane di şevên Newrozê de navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser pesarên çiya dinivîsand.

Têkoşer Hogir bi darê zorê sewqî leşkeriya rêjîma Sûriyeyê tê kirin û dema ku şoreşa Rojava dest pê dike vedigere warê xwe û beşdarî nava hêzên parastinê yên şoreşê dibe.

Têkoşer Hogir piştî ku ji leşkeriya rêjîmê vedigere malê, tavilê berê xwe dide nava hêzên parastinê û bi coş beşdarî nava xebatên şoreş û parastina gel dibe. Têkoşer Hogir piştî ku beşdarî nava refên YPG'ê dibe, tavilê derbasî perwerdeyên bîrdozî û leşkerî dibe û hemû hêza xwe dide xizmeta şoreşê.

Têkoşer Hogir beşdarî gelek çalakiyên rizgarkirina herêmê ji desthilatdariya rêjîmê dibe û di rizgarkirina navçeya Dirbêsiyê de roleke pêşeng dilzîze. Piştre têkoşer Hogir li ser xeta sînor a di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de tê erkdarkirin da ku rê li pêşiya derbasbûna çeteyan ji Tirkiyeyê bigire.

Di 2'yê Cotmeha 2012'an de ango piştî 3 mehan ji beşdarbûna wî ya nava YPG'ê artêşa Tirk a dagirker li dijî dewriyeyeke YPG'ê ya li ser xeta sînor êrîşek pêk tîne û di encamê de şervanê YPG'ê Hogir Beşîr Erebo şehîd dikeve û 2 şervanên din jî birîndar dibin. 

Têkoşer Hogir beriya ku şehîd bibe ku bi giranî birîndar bûbû, ji şervanan re wiha gotiye: "Eger hûn şervanên rasteqîn in, hûn çeka min li erdê nehêlin û tola min hilînin."

Cenazeyê şehîd Hogir Beşîr Erebo di roja din de bi merasîmeke biheybet ji aliyê rêhevalên wî tê oxirkirin.

(jh)

ANHA