Xebatên Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Tirbespiyê

Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeya Tirbespiyê bi hatina zivistanê re xebatên sererastkirin û peydakirina pêdiviyên dibistanan zêde kirin.

Xebatên Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Tirbespiyê
Xebatên Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Tirbespiyê
Xebatên Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Tirbespiyê
Xebatên Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Tirbespiyê
Xebatên Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Tirbespiyê
Xebatên Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Tirbespiyê
Xebatên Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Tirbespiyê
24 cotmeh, 2018   08:06

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Bi hatina zivistanê re û ji bo peydakirina hawirdoreke guncaw ji xwendekaran re di dibistanan de, Komîteya Rêveberiya Dibistanan lez da xebatên xwe. Her wiha gelek werşeyên kar wekî werşeyên sererastkirinê, necarî, hesinkarî, kanalîzasyonê û komîteyek çavdêr ava kirin.

Werşeyên kar, ji pencere û deriyan bigire heta vekirina rogaran û restorekirina banên refan, dibistanan amade bike. Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Komîteya Rêveberiya Dibistanan Kawa Mihemed destnîşan kir ku armanca wan ji avakirina van werşeyan, peydakirina hawîrdoreke guncaw ji xwendekaran re di sala perwerdeyê de li hemû dibistanên navçeyê (seretayî, navîn û amadehî) ye. Mihemed diyar kir ku erka Komîteya Çavdêr şopandina xebatên sererastkirinê ye.

Her wiha Kawa Mihemed destnîşan kir ku dibistanên navçeya Tirbespiyê bi hewcedariya 100 hezar lître mazot in. Kawa diyar kir ku wan heta niha 70 hezar lître mazot li dibistanên gundan belav kiriye û xebatên belavkirina mazotê heta bicihanîna hewcedariya hemû dibistanên navçeyê dê bidomînin.

Di dawiyê de Kawa Mihemed xuya kir ku Komîteya Dibistanan piştî bidawîkirina xebatên sererastkirinê, dê sobeyan li dibistanan belav bike. Her wiha destnîşan kir ku armanca wan ji van gavan, parastina xwendekaran ji nexweşiyan û peydakirina hawirdoreke guncaw ji bo wan e.

(şx)

ANHA