Rewşa koçberên kampa Erîşe di nav xemsariya rêxistinan de

Koçberên kampa Erîşe ji ber xemsariya rêxistinan di nav şert û mercên dijwar de dijîn û bi taybet bi hatina zivistanê û zêdebûna hejmara wan re şert dijwartir dibin.

24 cotmeh, 2018   07:55

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Kapma Erîşe bi 30 km dikeve başûrê bajarê Hesekê li herêma Cizîrê. Bi hatina zivistanê re û di nav xemsariya rêxistinan de koçberên kampê xwe ji zivistanê re amade nekirine.

Têkildarî mijarê koçbera bi navê Muna Mirî El-Hesûn a ji bajarê Dêrazorê koçber bûye wiha axivî: "Zivistan tê, hîna jî me xwe amade nekiriye. Ji ber ku gelek kêmasî di warê xedemî û peydakirina pêdiviyên zivistanê de li kampê hene. Gelek daxwazên me hene, lê ya bingehîn nûkirina konan e. Ji ber ku gihaştine astekê ku di zivistanê de nayên bikaranîn."

Muna bang li rêxistinan kir ku pêdiviyên zivistanê ji cil, sobe û mazotê ji wan re peyda bikin.

Ji aliyê xwe ve koçberê bi navê Eyad Hesûn El-Hisên ê ji herêma Keriye ya girêdayî Dêrazorê wiha got: "Zivistan hat û cilên me yên zivistanê tune ne. Zarokên min ji niha ve nexweş ketin û rêxistinan rewşa me paşguh kiriye. Ji ber wê em neçar dimînin hin tiştên malê bifiroşin da ku xwarin û gazê peyda bikin."

Her wiha koçbera bi navê Xedîce Salih El-Xelef a ku ji Dêrazorê koçber bûye jî wiha got: "Konê me parçe bûye û ji zivistanê re nayê bikaranîn. Dema baran dibare av derbasî hundirê kon dibe. Em hêvî dikin ku pêdiviyên zivistanê wekî betanî, xalî, soba û konên nû werin peydakirin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kampa Erîşê di 1'ê Hezîrana 2017'an de ji bo pêşwazîkirina koçberên herêma Dêrazorê vekir. Niha hejmara koçberan li kampê nêzî 10 hezar e.

(şx)

ANHA