Xelat li xwendekarên Reqayê hatin belavkirin

Komîteya Ciwan û Sporê û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê yên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bi dirûşma "Ka em dibistanên xwe vekin" xelat li xwendekarên Reqayê belav kirin.

Xelat li xwendekarên Reqayê hatin belavkirin
Xelat li xwendekarên Reqayê hatin belavkirin
Xelat li xwendekarên Reqayê hatin belavkirin
Xelat li xwendekarên Reqayê hatin belavkirin
24 cotmeh, 2018   08:50

REQA

Çeteyên DAIŞ`ê dema ku bajarê Reqayê dagir kir, hemû dibistan, peymangeh û zanîngeh girtin. Tevliheviyeke pir mezin li wê derê çêkirin û xwendekar ji xwendinê mehrûm kirin.

Piştî ku bajarê Reqayê hate rizgarkirin, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji nû ve dest bi sererastkirina dibistanên Reqa û gundewarên wê kir. Li Reqayê 232 dibistan ji nû ve hatin aktîfkirin.

Bi destpêkirina sala xwendinê ya nû re xwendekarên Reqayê berê xwe didin dibistanan.

Komîteya Ciwan û Sporê û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê yên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca ku xwendekar bi awayekî baştir tev li xwendinê bibin li Dibistana Îbrahîm Henano ya taxa El-Teyar şahiyek li dar xist.

Bi dehan ciwan, mamosteyên Îbrahîm Henano û bi dehan xwendekarên bajêr tev li şahiyê bûn. Şahiyê bi rêzgitin dest pê kir. Paşê yek ji rêveberên Komîteya Xwendekaran a Meclisa Sivîl a Reqa û Gundewarên Wê Ehmed El-Egle destnîşan kir ku ciwan roniya pêşerojê ne.

El-Egle tekez kir ku bi saya xwendekaran pêşerojeke xweş û geş dê were avakirin, ji ber wê divê xwe di hemû aliyên jiyanê de zana bikin.

Di dawiyê de xwendekar ji aliyê Komîteya Ciwan û Sporê û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ve hatin xelatkirin.

(bx)

ANHA