Şêniyên Minbicê bi merasîmeke bi heybet du şehîd oxir kirin

Şêniyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Elî Îdo Mehmûd û şervanê Ceyş El-Siwar û Mihemed El-Iweyid ên ku dem erka xwe pêk di anîn şehîd bibûn li Goristana Şehîdan veşartin.

23 cotmeh, 2018   15:43

MINBIC

Şêniyên Minbicê cenazeyên herdu şehîdan ji nexweşxaneya Firat wergirtin û bi kerwanek ber bi Goristana Şehîdan ve bi rê ketin.

Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.

Merasîmê oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtin û turaneke leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.

Di merasîmê de, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd El-Îdo axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin. Mehmûd El-Îdo diyar kir ku bi saya şehîdan aramî li herêmê pêk hatiye.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Minbicê Necîb El-Denden jî got, "Di serî de em sersaxiyê ji xwe û ji malbatên şehîdan re dixwazin, li vê cihê pîroz em soza xwe ya bi şehîdan re nû dikin û dibêjin em şopdarên riya wan in ta çeteyan û alîgiran wan li herêmê têk bibin. "

Her wiha bi navê Ceyş El-Siwar, fermandar Dilşêr Idlibî jî axivî û ev tişt got:  "Şehîd ji bo parastina gel û welat xwîna xwe feda dikin, em bejna xwe li hemberî giyanên wan ditewînin û dibêjin ku em şopdarên xeta wan in."

Di berdewama merasîmê de Fermandarê Tugeya Siwar Idlibê Mehmûd Ebû Xalid û Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Minbicê Farûq El-Maşî axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahî gelê Minbicê re hate xwestin û soza parastina nirxên şehîdan hate dayîn.

Nasnameyên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Semer El-Casim ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

ANHA