Berxwedan dirûşma şêniyên Efrînê ye

Şêniyên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê berxwedana xwe ya li hemberî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin. Şêniyên Şêrawayê ku biryara mayîna li warê xwe û domandina berxwedanê dane, çend kîlometre di navbera wan û navenda Efrînê de ye û çavê wan li rizgarkirina kantonê ye.

Berxwedan dirûşma şêniyên Efrînê ye
23 cotmeh, 2018   09:05

ARIF SILÊMAN – TOLÎN HESEN / ŞEHBA

Piştî ku artêşa Tirk û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kir, gundên Birc El-Qas, Gundê Mezin, Kilûtê, Zirniêt, Miyasê û Başmirê li navçeya Şêrawa li aliyekî dagirkeriya Tirkiyeyê û li aliyekî din jî hêzên rêjîmê dorpêç kirine.

Şêniyên van gundan 7 meh e li ber xwe didin, nexwestin ji xaka xwe derkevin û siyaseta Tirkiyeyê ku dixwaze demografyaya herêmê biguhere û şêniyên wê jê derxe, qebûl nekir.

Dagirkeriya Tirkiyeyê şêniyên herêmê dide koçkirin û koçberên Qûta û herêmên din mîna Humis, Hema û Qelemûn li Efrînê bi cih bike. Lê li navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê, şênî li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê li ber xwe didin û xwe bi rêxistin û amade dikin ku hemû kantona Efrînê rizgar bibe.

Yek ji şêniyên gundên navçeya Şêrawa Remedan Nasrû wiha got: "Dagirkeriya Tirkiyeyê her tim me dike hedef, destpêkê derdora gundan bombebaran dike û herî dawî navenda gundan û şêniyên gundan kirin hedef." Nasrû bi zimanekî tund nerazîbûna xwe diyar kir û wiha got: "Ew nikarin li pêşiya me bisekinin, em ê li dijî van siyasetan li ber xwe bidin û gundên xwe biparêzin."

Remedan Nasro ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî re wiha got: "Rast e hûn li hemberî kiryarên Tirkiyeyê yên li dijî şêniyên Efrînê bê deng man, lê em ji berxwedan û xaka xwe venagerin heta ku em vedigerin kantona Efrînê."

Piştî ku artêşa Tirk di 18'ê Adarê de Efrîn dagir kir, bi hezaran şêniyên kantona Efrînê berê xwe da kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa.

Şêniyê bi navê Mihemed Elî jî axivî û ev tişt anîn ziman: "Em ê li vî gundî li ber xwe bidin, ev xak a me ye û çi qas êrîşan dike ku em venegerin bajarê xwe, lê çi qas dorpêçkirinê pêk bînin, em ê dîsa jî vegerin Efrînê."

Ebdulmecîd Silêman ku ji şêniyê gundê Birc Silêman ê girêdayî navçeya Şêrawa ye, piştî êrîşa Tirkiyeyê neçar ma ku ji gundê xwe derkeve, nikaribû pêdiviyên xwe bi xwe re bîne, şêniyên gundê Birc El-Qas alîkariya wî kirin.

Ebdulmecîd Silêman da zanîn ku hevgirtina şêniyan li Şehbayê, berxwedana wan zêde dike. Silêman wiha got: "Em çêbûn ku li ber xwe bidin, tiştekî me di jiyanê de ji bilî vê tune ye, em ê li ber xwe bidin heta ku em digihîjin mafê xwe û xaka xwe rizgar bikin."

(jo)

ANHA