Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Hêzên Sûriya Demokratîk pêngava xwe ya tunekirina DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê didomîne. Dewletên ku xwe weke misogerkarên Sûriyeyê bi nav dikin ji nuşka ve civiyan. Komeke din ji rehîneyên Siwêda serbest hatin berdan.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
23 cotmeh, 2018   08:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kirin. rojnameyan bal kişandin ser pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina rojhilatê çemê Firatê û serbestberdana komeke ji rehîneyên Siwêda û hevkariya di navbera Amerîka û Rûsyayê de. Rojnameyan her wiha behsa çalakiyên siyasî yên avakirina hikûmetên Îraq û Lubnanê û doza Xaşiqçî û rewşên Filistîn û hin mijarên din kirin.

El-Heyat: QSD'ê bi ser baregeheke DAIŞ'ê ya li Dêrazorê ve çû

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameyan behsa pêngava Bagera Cizîrê ya tunekirina DAIŞ'ê li rojhilatê çemê Firatê kirin. Rojnameya El-Heyat diyar kir ku şervanên QSD'ê duh bi ser baregeheke DAIŞ'ê ve ya li Dêrazorê çûn û di encamê de şer û pevçûnên dijwar rûdan û balefirên Koalîsyonê jî gelek êrîş li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anîn. Şandeyeke artêşa Amerîka serdana herêmên di bin serweriya QSD'ê de ne kir. Wezareta Karên Derve ya Amerîka li ser rûpela xwe ya Tiwîterê diyar kir ku fermandarekî artêşa Amerîka yê bi navê Daniyal Dêlî serdana leşkerên xwe yên li herêmên QSD'ê kir da ku piştgiriya çalakiya "Hêza Hişk" bike.

Şerq El-Ewsat: Misogerkarên Astana ji bo piştgiriya xebatên avakirina komîteya destûrî bikin, îro li Mosko dicivin

Rojnameya Şerq El-Ewsat ragihand ku hersê dewletên misogerkar dê îro li Mosko bicivin û geşedanên dawî yên li Sûriyeyê gotûbêj bikin û dê rêbazekî pêşxistina xebatên avakirina komîteya destûrî peyda bikin.

El-Qudis El-Erebî: koma duyemîn a rehîneyên Siwêda serbest hate berdan

Girêdayî mijara rehîneyên Siwêda ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin, çavkaniyekî nêzî komîteya danûstandinan ji bo serbestberdana rehîneyên Siwêda diyar kir ku koma duyemîn a rehîneyan dê serbest bêne berdan. Rewşa hevpeymanê jî mij ma û agirbesta li herêma Sefa ya Siwêdayê hêjî didome.

Birêveberê Toreya Nûçeyan a Siwêda24 ji Qudis El-Erebî re diyar kir ku DAIŞ dê koma duyemîn ku ji 10 rehîneyan pêk tê serbest berde û li hemberî wê jî rêjîma Sûriyeyê dê 35 girtiyên DAIŞ'ê serbest berde.

El-Ereb: Netewên Yekbûyî kordîneyê bi Şamê re dike da ku kesekî li şûna De Mistûra erkdar bike

Rojnameya El-Ereb behsa mijara istîfaya şandeyê navnetewî yê taybet ji bo Sûriyeyê Stîfan De Mistûra kir û wiha got: "Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov eşkere kir ku sekretêrê giştî yê Netewên Yekbûyî Antoniyo Gotêrês kordîneyê bi hikûmeta Sûriyeyê re dike da ku li şûna De Mistûra kesekî erkdar bike.

Der barê navên hatine pêşniyarkirin de Bogdanov got ku ew navên cûda pêşniyar dikin û hin navên weke Remezan Lehmamre, Cêr Pêdirson û Nîkolay Miladînov hatin gotin.

El-Heyat: Nermbûneke Rûsya ji bo hevkariya bi Waşintonê re

Girêdayî mijareke din a Sûriyeyê rojnameya El-Heyat diyar kir ku Mosko nermbûnekê ji bo hevkariya bi Waşintonê re nîşan dide da ku çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re peyda bikin. Li ser serdana şêwirmendê serokê Amerîka yê ewlehiya netewî John Bolton, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergî Lavrov got ku Mosko amade ye hevkariya xwe bi Amerîka re der barê dosya Sûriyeyê de zêde bike, lê Waşinton mijarê red dike. Her wiha di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku kanalên wan ji bo rêgirtina rûdanan di Sûriyeyê de hene û da zanîn ku ew amade ne hevkariya xwe zêde bikin da ku çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re peyda bikin. Her wiha koçberan vegerînin û tunekirina terorê misoger bikin, lê heta niha Amerîka ji vê hevkariyê re ne amade ye.

Îraq

Girêdayî mijarên Îraq rojnameya Şerq El-Ewsat behsa çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta nû kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Dengdayîna veşartî di parlemana Iraqê de gefan li pêkhatebûna Ebid El-Muhdî dixwe".

Rojnameya El-Ereb jî girêdayî heman mijarê manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Adil Ebid El-Muhdî li gorî xetên sor ên partiyên Îranê li Îraq tevdigere".

Lubnan

Der barê çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Lubnanê de jî rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ewn hewl dide astengiyan derbas bike; rewş lezkirina avakirina hikûmetê ferz dike".

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Ereb behsa xebatên çareserkirina doza Filistîn kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ebas bi riya Mesqetê li deriyê Waşintonê dide".

Urdun

Rojnameya El-Heyat behsa mijareke Urdunê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Urdun danûstandina bi Îsraîlê re red dike û navdewletîkirinê nîşan dide".

Doza Xaşiqçî

Der barê doza kuştina rojnamegerê Siûdiyê Cemal Xaşiqçî de rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Enqere tevlihevbûna derdora kuştina Xaşiqçî de zêde dike da ku înîsyatîfê ji Riyadê bistîne".