Li Kampa Serdem şênî û sazî xwe bi rêxistin dikin

Rêveberiya Kampa Serdem û saziyên li kantona Şehbayê, gelek xebatên xedemî ji şêniyên Efrînê re ku li Şehbayê bi cih bûne, pêşkêş dikin.

Li Kampa Serdem şênî û sazî xwe bi rêxistin dikin
Li Kampa Serdem şênî û sazî xwe bi rêxistin dikin
Li Kampa Serdem şênî û sazî xwe bi rêxistin dikin
Li Kampa Serdem şênî û sazî xwe bi rêxistin dikin
Li Kampa Serdem şênî û sazî xwe bi rêxistin dikin
Li Kampa Serdem şênî û sazî xwe bi rêxistin dikin
Li Kampa Serdem şênî û sazî xwe bi rêxistin dikin
23 cotmeh, 2018   08:11

CEFAR CAFO - ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Di encama dagirkirina Efrînê de di 18'ê Adarê de ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, şêniyên Efrînê ji malên xwe derketin û li Şehbayê bi cih bûn. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gelek kamp ji bo pêşwazîkirina şêniyan vekirin. Kamp malbatên ku ji dest binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker direvin pêşwazî dikin.

Ji nav wan kampan yek jî Kampa Serdem e. Niha 2 hezar û 950 malbat li kampê dimînin. Rêveberiya kampê û saziyên sivîl xebatên xedemî ji şêniyan re li gorî derfetên heyî pêşkêş dike.

Endama rêveber a kampê Hêvîn Reşîd got bi armanca destekdayîna şêniyan di van şert û mercên dijwar de alîkariyan li şêniyan belav dikin.

Şêniyên kampê xwe bi awayekî komînal bi rêxistin kirine. Her wiha Şaredariya Gel ji destpêka vekirina kampê ve, xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re wekî peydakirina kehrebeyê, avê, sererastkirina wan û hwd, bê pere pêşkêş dike. Hêvîn Reşîd ji ajansa me re bi bîr xist ku di pêşkêşkirina xebatan de gelek astengî rastî wan hatine.

Vekirina dibistanekê û çalakiyên hunerî

Komîteya Civaka Demokratîk dibistanek li kampê vekir da ku şagirt xwendina xwe ya ku jê bê par mane, temam bikin.

Ji aliyê xwe ve Komîteya Çand û Hunerê roleke girîng di parastina çand û hunera şêniyên Efrînê de ku dagirkera Tirk hewl da tune bike, lîst. Gelek komên stran û govendê ava kirin û gelek stran li ser berxwedana Efrînê gotin. A herî dawîn jî strana `Efrîn, Efrîna me ye` ye. Her wiha tevgerê gelek çalakiyên hunerî wekî vekirina pirtûkxaneyekê û şahî li dar xistin.

Vekirina stadekê li nêzî kampê

Ji aliyê xwe ve Yekitiya Ciwanên Rojava stadek li nêzî kampê vekir. Her wiha turnuveya futbolê bi koordîneya Yekitiya Werzîş û Ciwanan re organîze kir. Tîmên ji hemû gundên kantonê û navçeya Şêrawa tev li turnuvayê bûn.

Ji aliyekî din ve Yekitiya Ciwanên Rojava bi armanca nasandina ciwanan bi hesasiyeta rewşa niha, girîngiya wê û şerê taybet ku artêşa Tirk a dagirker dide meşandin, civîn ji ciwanan re li dar xistin.

Têkildarî mijarê Hêvîn Reşîd got li kampê 2 hezar û 950 kes ji şêniyên Efrînê hene. Ew xwe bi rêya komînanan bi rêxistin dikin. Gelek komîte wekî komîteyên lihevanînê, jin, perwerde û yên xedemî girêdayî komînan in û wiha domand: "Mehane bi hevkariya Heyva Sor a Kurd em alîkariyan li niştecihan belav dikin."

Di warê tenduristiyê de, Heyva Sor a Kurd noqteyek tenduristiyê li kampê bi armanca pêşkêşkirina xebatên tenduristiyê vekir. Girêdayî mijarê berpirsek saziyê got hin haletên nexweşiyan hêza wan derbas dikin, ji lew re dişînin Nexweşxaneya Avrîn a li Fafînê yan jî bajarê Helebê.

‘Heta rizgarkirina Efrînê em ê li ber xwe bidin’

Hêvîn Reşîd diyar kir ku dê di kampê de heta rizgarkirina Efrînê li ber xwe bidin û wiha pê de çû: "Em soza şopandina rêya şehîdan heta bidestxistina armancên xwe û berdewamkirina berxwedanê dubare dikin."

(şx)

ANHA