Kaniya Şirik ruxmî siyasetên dewleta Tirk hê jî diherike

Kaniya Şirik ji girîngtirîn cihên dîrokî yên navçeya Tirbespiyê tê hesibandin. Ruxmî siyasetên dewleta Tirk ku hewl dide avê bi ser Rojava de qut bike, hîna jî diherike û ronakiya xwe parastiye.

Kaniya Şirik ruxmî siyasetên dewleta Tirk hê jî diherike
Kaniya Şirik ruxmî siyasetên dewleta Tirk hê jî diherike
Kaniya Şirik ruxmî siyasetên dewleta Tirk hê jî diherike
Kaniya Şirik ruxmî siyasetên dewleta Tirk hê jî diherike
Kaniya Şirik ruxmî siyasetên dewleta Tirk hê jî diherike
Kaniya Şirik ruxmî siyasetên dewleta Tirk hê jî diherike
23 cotmeh, 2018   07:53

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Kaniya Şirik dikeve navbera gundê Kerdîm û geliyê Cirih li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî  herêma Cizîrê û hîna jî diherike. Li herêmê piraniya kaniyan hişk bûne. Ev diyarde di encama siyasetên dewleta Tirk yên bendkirina çemên ku di Rojava re derbas dibin de ji sala 1990’î ve û avakirina bendavan di nav bêdengiya hikumeta Sûriyeyê de derket holê.

Kaniya Şirik ji cihekî bilind di navbera gundê Kerdîm û geliyê Cirih de ji nav zinaran dizê.Ava wê digihîje çemê Cirih ku ji girîngtirîn jêderên avê ji gundên li bakurê rojhilatê navçeya Tirbespiyê re ye tê hesibandin. Her wiha şênî zeviyên xwe bi ava çem û kaniyê av dida.

Kaniyê navê xwe ji herikîna wê ya zêde girtiye. Bi xweşbûna çêj û hênikiya ava wê di havînê de û germbûna wê di zivistanê de navdar e. Her wiha şênî kaniyê wek seyrangeh ji xwe re dihesibînin.

Lê herka kaniya Şirik di van çend salên dawîn de û bi taybet ji ber siyasetên dewleta Tirk û avakirina bendavan li ser çemên ku di Rojava re derbas dibin, kêm bûye.

Her wiha kanî cihekî dîrokî tê hesbandin. Li gorî şêniyên herêmê, hikumeta Sûriyeyê di sala 2005`an de li herêma derdora kaniyê lêkolîn kiriye û parçeyên dîrokî jê derxistine û birine.

Têkildarî mijarê Silêman Îbrahîm ê ji gundê Kerdîm ê 60 salî diyar kir ku şêniyên gund zeviyên xwe bi ava kaniyê av didan û ava vexwarinê jê peyda dikirin. Her wiha kaniya Şirik ji kevntirîn cihên dîrokî yên herêmê tê hesibandin. Ji ber wê cihekî xwe yê taybet li gel şêniyên herêmê heye.

(şx)

ANHA