Tevî derfetan kêm jî Şaredariya Tiwêna çaraseriyên demkî peyda dike

Şêniyên bajarokê Tiwêna yê girêdayî bajarê Hesekê ji ber nebaşiya rêyan û kêmasiyên ava vexwarin û nan bi gilî û gazinc in. Her wiha şêniyan bang li Şaredariya Gel a bajarok kir ku pirsgirêkên wan çareser bikin. Ji aliyê xwe ve şaredariyê destnîşan kir ku li gorî derfetên heyî dê hindek pirsgirêkan çareser bike.

Tevî derfetan kêm jî Şaredariya Tiwêna çaraseriyên demkî peyda dike
Tevî derfetan kêm jî Şaredariya Tiwêna çaraseriyên demkî peyda dike
Tevî derfetan kêm jî Şaredariya Tiwêna çaraseriyên demkî peyda dike
Tevî derfetan kêm jî Şaredariya Tiwêna çaraseriyên demkî peyda dike
Tevî derfetan kêm jî Şaredariya Tiwêna çaraseriyên demkî peyda dike
Tevî derfetan kêm jî Şaredariya Tiwêna çaraseriyên demkî peyda dike
Tevî derfetan kêm jî Şaredariya Tiwêna çaraseriyên demkî peyda dike
Tevî derfetan kêm jî Şaredariya Tiwêna çaraseriyên demkî peyda dike
Tevî derfetan kêm jî Şaredariya Tiwêna çaraseriyên demkî peyda dike
23 cotmeh, 2018   08:21

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Bajarokê Tiwêna bi 15 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê. Serjimara şêniyan li derdora 6 hezar kes e. Pêkhateyên Kurd û Ereb, tevî Kurdên Êzidî lê hene.

Şêniyên bajarok ji ber kêmasiyên xebatên xizmetguzariyê mîna bajar û navçeyên kantona Hesekê bi gilî û gazinc in. Têkildarî mijarê jina bi navê Ewad Ebdullah a ji bajarok wiha got: "Em ji ber kêmasiyên xebatên xizmetguzariyê zehmetiyan dikişînin. Av hefteyê carekê tê. Ji ber wê em neçar dimînin ku avê bi nirxên buha bikirin. Em bang li şaredariyê dikin ku pirsgirêkan çareser bike."

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Wedha Şihad Xelef wiha got: "Nan gelekî kêm e. Tenê hefteyê 3 caran tê belavkirin. Nanê firina bajarok têra şêniyan nake û kalîteya nan jî ne baş e." Her wiha Wedha bang li aliyên têkildar kir ku rojên xebitandina firinê, miqdara nan lê zêde bikin û kalîteya wê baş bikin.

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Xelef Ewad Ebdullah ev tişt anîn ziman: "Kolanên me ji berê de û heta niha nehatine sererastkirin û qîrkirin. Mala min li aliyê rê ye. Di zivisatanê de ji ber heriyê û di havînê de ji ber tozê em zehmetiyan dikişînin."

Da ku giliyên şêniyan bigihîjin aliyên têkildar, ajansa me bi cîgirê hevserokatiya Şaredariya Gel a Tiwêna Xelîl Mihemed El-Ubêd re hevpeyvînek çêkir. Xelîl Mihemed El-Ubêd wiha got: "Firina bajarok bi armanca peydakirina nanê şêniyên bajarokê hate vekirin. Lê niha nan li gundên girêdayî wê jî tê belavkirin. Firin ji ber kêmbûna miqdara arvan nikare rojane bixebite. Lê em ê hewl bidin çareseriyên guncaw li gorî derfetan bibînin."

Têkildarî mijara rêyan El-Ubêd destnîşan kir ku rê ne baş in û diyar kir ku dê di demeke nêz de ji bo çareserkirina pirsgirêkê dest bi projeyekê bikin.

Girêdayî mijara kêmbûna ava vexwarinê El-Ubêd destnîşan kir ku ew di şevê de av hilmijî bajarok dikin û ji ber ku di wê demê de kehrebe qut dibe, şênî nikarin sûdê jê wergirin û avê depo bikin û wiha domand: "Her wiha hilmijkirina avê ji jêderê zaîf e. Em ê hewl bidin an kehrebeyê di şevê de peyda bikin an jî em ê hilmijkirina avê xurt bikin."

Di dawiyê de cîgerê hevserokatiya Şaredariya Gel a bajarokê Tiwêna Xelîl Mihemed El-Ubêd diyar kir ku ruxmî derfetên şaredariyê yên kêm, lê ew ê hewl bidin hemû xebatên xizmetguzariyê ji şêniyên bajarok re peyda bikin.

(şx)

ANHA