Xewna xwe ya 44 salan pêk anî

Dayika Emîne Qewas piştî 44 salan xewna xwe ya ku ji ber zîhniyeta baviksalar jê mehrûm maye, pêk anî. Dayîka Emîne tev li dewreyeke perwerdeyê bû û tê de azadiya jinan nas kir.

Xewna xwe ya 44 salan pêk anî
Xewna xwe ya 44 salan pêk anî
23 cotmeh, 2018   07:36

GULISTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Zîhniyeta baviksalar ku civak bi rê ve dibir, kevneşopên paşverû li civakê ferz kirin. Vê kevneşopê azadiya jinan di karê malê de sînordar kir. Lê piştî şoreşa Rojava gelek aso li hemberî jinan vebûn. Jinan karî tev li hemû warên jiyanê bibin û rola xwe ya pêşeng bilîzin.

Ji wan jinan dayika Emîne Qewas a 44 salî, di zarokatiya xwe de ji mafê xwendinê mehrûm maye. Ji ber zîhniyeta pergala serdest a mêran gelek astengî rastî wê hatine. Dayika Emîne li şûna fêrî xwendinê bibe, ji biçûkahiya xwe ve sewal xwedî kirin û heta bû keçeke ciwan xebitî.

Piştre di 24 saliya xwe de bi kurê apê xwe zewicî. Niha dayika 5 keç û 5 xortan e. Ji ber hezkiriya wê ji zanînê re, dayika Emîne li dijî zîhniyeta ku li ser wê hatiye ferzkirin sekinî û hewl da hemû keçên xwe bi xwendin bide.

Têkildarî mijarê dayika Emîne wiha got: "Ji mafê min bû ku ez bibûma jineke rewşenbîr, hemû bûyerên ku li derdora min diqewimin tê bigihîjim. Lê ji ber zîhniyeta baviksalar ez ji mafê xwe bê par mam û tenê rola min di mal û xwedîkirina zarokan de hişt."

Piştî destpêkirina şoreşa jinan li Rojava du keç û kurekî dayika Emîne ji ber hezkiriya xwe ji azadiyê re, tev li karwanê şehîdan bûn.

Dayika Emîne di van demên dawîn de tev li dewreya perwerdeyê ya Akademiya Civaka Demokratîk bû. Tê de azadiya jinan û neteweya demokratîk a ku rêzdariyê ji hemû pêkhateyan re digire, nas kirin.

Dayîka Emîne gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Di şoreşa Rojava de û bi saya fikr û felsefeya Ocalan û şehîdên azadiyê dergehên azadiyê ji me re vebûn. Ji ber wê em tev li hemû warên jiyanê bûn. Bi beşdarbûna min di dewreyê de min xewna xwe ya 44 salan bi cih anî. Di dewreyê de min gelek têgeh, di nav de azadiya jinan, nas kirin."

(şx)

ANHA