Di encama teqîna mayineke dagirkeran de malbatekê jiyana xwe ji dest da

Malbateke ji Efrînê ku ji dê, bav û zarokekî yek salî pêk tê, dema dixwest ji ber hovîtiya dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê ji Efrînê derkeve, mayineke çeteyan pê ve teqiya û her sêyan jiyana xwe ji dest da.

Di encama teqîna mayineke dagirkeran de malbatekê jiyana xwe ji dest da
Di encama teqîna mayineke dagirkeran de malbatekê jiyana xwe ji dest da
Di encama teqîna mayineke dagirkeran de malbatekê jiyana xwe ji dest da
Di encama teqîna mayineke dagirkeran de malbatekê jiyana xwe ji dest da
Di encama teqîna mayineke dagirkeran de malbatekê jiyana xwe ji dest da
Di encama teqîna mayineke dagirkeran de malbatekê jiyana xwe ji dest da
23 cotmeh, 2018   07:22

EFRÎN

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku şêniyê bi navê Mihemed Farûq Bîro (28), hevjîna wî Tolîn Rêzan (21) û kurê wan Can Mihemed Bîro (1) duh dema dixwest ji ber hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derkevin, di encama teqîna mayinekê li ser rêya di navbera Efrîn û Beradê de jiyana xwe ji dest da.

Çavkanî destnîşan kir ku malbat ji gundê Şêxurzê yê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê ye û li Efrînê dima. Werşeyeke wan a belavkirina cilan hebû û debara xwe pê dikirin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derfet neda Mihemed Bîro ku di werşeya xwe de kar bike, heta ku ew neçar kirin ku 2 milyon lîreyên Sûriyeyê bide wan.

Lê tevî wê jî her roj çeteyan ew tengav dikir û bac jê dixwestin û gef lê dixwarin. Ji ber wê Mihemed Bîro neçar ma ku ji ber hovîtiya dagirker û çeteyên wan ji Efrînê bireve. Dema ku ji Efrînê derdiketin li ser rêya di navbera Efrîn û gundê Beradê de, di encama teqîna mayineke dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê de, her sê endamên malbatê jiyana xwe ji dest da.

(bx)

ANHA