‘Lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê binkeftî ye’

Endamê Meclisa Giştî ya PYD‘ê ya Helebê Îsa Mistefa diyar kir ku lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê çeteyan li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de belav dike û tekez kir ku ev lihevkirin dê bi ser nekeve û aloziya Sûriyeyê çareser nake.

‘Lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê binkeftî ye’
23 cotmeh, 2018   06:41

HENAN MIHEMED – BASIL REŞÎD / HELEB

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokraîtk (PYD) ya Helebê Îsa Mistefa geşedanên dawîn li ser asta herêmî, bi taybet rewşa Idlibê ji ajansa me re nirxandin.

Mistefa di destpêka axaftina xwe de, bal kişand ser tifaqa Rûsya û Tirkiyeyê ya li Soçiyê ya girêdayî Idlibê û ev tişt anî ziman: "Encamên vê lihevkirinê dê binkeftî bin, ji ber ku komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê aloziyê çareser nakin û dewleteke demokratîk ava nakin, berdewama lihevkirinên Tirkiye û Rûsyayê dê çarenûsa wê mîna yên berê wekî Cinêv, Riyad û Astanayê bê encam be, ji ber ku çareserî divê di hundirê Sûriyeyê de be, ne li derve."

Îsa Mistefa destnîşan kir ku tifaqa dualî ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de demkî ye, niyeta wan a vekişandina hin çeteyan ji Idlibê û belavkirina wan li herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, mîna Efrîn, Ezaz, Cerablusê û diyar kir ku ev tifaq ji aliyê çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê ve hate redkirin, ji ber ku komên çete qebûl nekir ji herêma bi navê bê çek vekişin, ev yek jî li pêşiya pêkanîna tifaqê dibe asteng.

‘Dagirkeriya Tirkiyeyê hewl dide projeya demokartîk têk bibe‘

Mistefa, di berdewama axaftina xwe de îşaret bi projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha domand: "Projeya me ji her kesî re diyar  e, projeyeke demokratîk, pirreng û ne navendî ye, dikeve xizmeta hemû gelên hêrêmê. Îro jî em dibînin ku danûstandinên Sûrî- Sûrî û amadekirina destûreke demokratîk ji bo pêşeroja Sûriyeyeke nenavendî çareserî ye. Em di serxistina projeya xwe ya demokaratîk de bi israr in. Ji ber vê yekê Tirkiye êrîşî vê projeyê dike û hewl dide  gelê Kurd ê ku serkêşiya vê projeyê dike, bike hedef."

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk a Helebê Îsa Mistefa di dawiya axaftina xwe de bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî binpêkirinên Tirkiyeyê li Efrînê rexne kir û wiha got: "Dema em qala Idlibê dikin, divê em qala Efrîn, Ezaz, Cerablus û Babê jî bikin, ji ber ku li gel mayina Tirkiyeyê li Sûriyeyê çareserî pêk nayê, lewre  hêzên navdewletî heke di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de cidî bin, divê ji bêdengiya xwe derkevin."

ANHA