1.Mîhrecana Stranan a Minbicê bi xelatdyînê bi dawî bû

1.Mîhrecana Stranan a Minbic û gundewarên piştî xelatdayînê bi dawî bû.

1.Mîhrecana Stranan a Minbicê bi xelatdyînê bi dawî bû
22 cotmeh, 2018   14:16

MINIBIC

Çalakiyên Yekemîn Mîhrecana Stranan a Minbic û gundewarên wê bi merasîmê xelatdayînê  bi dawî bû.

Mîhrecan ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê ve li Hola Civînana  Meclisa Zagonsaz hate lidarxistin. Şandeyek ji Kobanê, bi dehan hunermendên Minbicê,  sedan şêniyên herêmê tevlî endamên saziyên sivîl û leşkerî tevlî mîhrecanê bûn.

Di mîhrecaê de axaftinan û çalakiyên hunerî hatin lidarxistin û bi dayîna xelatan li sê dengbêjên ewil bi dawî bûn.

kesên hêjayî xelatê hatî dîtin ev in: Munzur Heyder , Mustefa El-Cibûrî û Welîd Boraz.

He wiha komên şanoyê yên beşdarî mîhrecanê bibûn  hate xelatkirin.

ANHA