Desteyên Rêveberiya Xweser 1'ê Mijdarê dest bi kar dike

Desteyên Rêverberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  dê 1‘ê Mijdarê dest bi kar bikin.

Desteyên Rêveberiya Xweser 1'ê Mijdarê dest bi kar dike
Desteyên Rêveberiya Xweser 1'ê Mijdarê dest bi kar dike
Desteyên Rêveberiya Xweser 1'ê Mijdarê dest bi kar dike
Desteyên Rêveberiya Xweser 1'ê Mijdarê dest bi kar dike
22 cotmeh, 2018   13:55

GIRÊ SPÎ

Meclisa Rêveber a desteyên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna  xwe ya yekemîn li avahiya Desetyên Rêveberiya Xweser a navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Kantona Girê Spî li dar xist.

Hevserokên Meclisa Rêveber ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyey Ebid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid û hevserokên her 9 desteyên girêdayî wê beşdarî civînê bûn.

Beşdaran rewşa siyasî ya herêmê, geşedanên leşkerî û her wiha girîngiya desteyên Rêveberiya Xweser di rêvebirina karûbarên rêveberiyê li herêmên Bakurê Sûriyeyê gotûbêj kirin. Piştre mekanîzmeya meşandina xebatên desetyan nîqaş kirin.

Beşdaran li hev kirin ku heftê carekê roja pêncşemê civîna asayî yên desteyan werin lidarxistin.

Her wiha girîngiya koordîneyê di navbera deste û her 7 rêveberiyên girêdayî wê hate destnîşankirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê ji 7 rêveberiyên xweser û meclîsên sivîl "Cizîr, Firat, Efrîn, Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê" pêk tê. Hejmara desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9 in, : Desetyên Aborî, Çandinî, Perwerde û Fêrkirin, Hundirîn, Karûbarên Civakî, Rêveberiya Herêmî, Malî, Çand, Tenduristî û Hawîrdor û Desteya Jin.

Di dawiya civînê de beşdaran roja 1'ê Mijdarê, roja destpêkirina dewama fermî ya desteyan diyar kirin.

(şx)

ANHA