Şandeyeke akademîsyenên Rojava serdana Başûr dikin

Şandeyek ji akademîsyenên Rojava bi armanca şopandina tecrubeya perwerdeyê gihişt Başûrê Kurdistanê.

Şandeyeke akademîsyenên Rojava serdana Başûr dikin
22 cotmeh, 2018   14:45

NAVNEDA NÛÇEYAN

Şandeya akademisyanan ku ji nûnerên Zanîngeha Rojava, Kobanê û Efrînê pêk dihat ji aliyê nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Başûrê Kurdistanê Xewla Mustefa, Cawîdan Hesen û nûnerê PYD‘ê Silêman Ereb ve hate pêşwazîkirin.

Tê payîn ku şande dê serdana zanîngehên Silêmanî, Raperîn, Helebça û Goyê bikin.

Her wiha dê semîner der barê xebatên perwerdeyê li Rojava de werin dayîn.