1.Mîhrecana Stranan a Minbicê tê lidarxistin

Yekemîn Mîhrecana Strana a bajarê Minbicê û gundewarên wê îro vê sibê destpê kir û heta niha dewam dike.

22 cotmeh, 2018   12:48

MINBIC

Yekemîn Mîhrecana Stranan a bajarê Minbicê û gundewarên wê bi dirûşmeya "Bi hev re em bistirên û çanda gelan nûjen bikin" dest pê kir.

Mîhrecan ji aliyê  Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê ve hatiye organîzekirin.

Mîhrecan li hola civînan a Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokrtîk a Minbic û Gundewarên wê li dar dikeve.

Şandeyeke ji herêma Firatê, bi dehan  hunermendên Minbicê û bi sedan şêniyên herêmê di nav de endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokrtîk a Minbic û Gundewarên wê beşdarî mîhrecanê bûn.

Mîhrecan bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên azadiyê dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokrtîk a Minbic û Gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo axivî û lidarxistina mîhrecanê pîroz kir.

Şêxo di nava axaftina xwe de got: "Bi hev re em bistrên û çanda gelan nûjen bikin, çand ku di dema alozî û hêzên tarî hatibû asîmîlekirin zindî bikin, silav ji bo Minbicê ku îro li ser xaka xwe çanda pêkhateyan nîşan dide."

Cigîrê Serokê Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê Elî Ebû di mîhrecanê de axivî û ev tişt got: "Bi afrîneriyê em kêfxweşiyê bi afirînin, em bi kêfxweşiya demekî razî nabin, wê kêfxweşiya me dayîm be, bi hev re em dilê şêniyan xweş bikin. Ji Minbicê bajarê Bihuturî em ê êşê bişkînin û dilê zarokên xwe şad bikin."

Piştî axaftinêna dengbêjinên Minbicê Ubeyd El-Hecî, Mustefa Ebû El-Fewz û Mihemed Hilal daketin ser dika mîhrecanê û stran gotin.

Her wiha Koma Şehîd Yekta şanoyeke bi navê "Em hemû şaş bûne" pêşkêş kir. Navaroka şanoyê rewşa 8 dawî li Sûriyê û keseke ku bûye sedema vê aloziyê vedibêje.

Mîhrecan didome. Li gorî berpirsên mîhrecnê 18 hunermend beşdarî mîhrecanê bûne, 3 kesên serkeftî dê werin xelatkirin.

ANHA