Yekemîn mala sêwiyan li Kobanê hate vekirin

Weqfeya Jina Azad a Rojava li Kobanê yekem mala sêwiyan bi navê"keske Sora alan"  vekir. Armanca vekirina mala sêwiyan ew ku  ku xwedî li zarokên malbatên xwe di şer de winda kirine derkeve.

Yekemîn mala sêwiyan li Kobanê hate vekirin
Yekemîn mala sêwiyan li Kobanê hate vekirin
Yekemîn mala sêwiyan li Kobanê hate vekirin
Yekemîn mala sêwiyan li Kobanê hate vekirin
Yekemîn mala sêwiyan li Kobanê hate vekirin
22 cotmeh, 2018   13:11

KOBANÊ

Weqfeya Jina Azad a Rojava îro bi merasîmekê yekem Mala Sêwiyan vekir.

Bi dehan şêniyên bajarê Kobanê, tevî nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên sivîl û Weqfeya Jina Azad a Qamişlo beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, li ser navê Desteya Jin a Kantona Kobanê Feryaz Berkel, Weqfeya Jina Azad a Kobanê Zozan Misto, Desteya Jin Herêma Cizîrê Ariya Osman û bi navê Weqfeya Jin a Kantona Qamişlo Avaşîn Rumet axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de vekirina mala sêwiyan hate pîrozkirin û hate gotin ku şêniyên herêmê xwedî li van zarokan derkevin û dê wan di her aliyan de perwerde bike.

Piştî axaftinan stran, dîlan û şano ji aliyê komên girêdayî  Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve hatin pêşkêşkirin.

Mala Sêwiyan a "Keske Sora alan" ji aliyê dayika Fatima Misto ve hate vekirin.

Mala Sêwiyan 50 zarokan bihewîne,  zarok ji aliyê 18 jinan û hejmareke mamoste dê werin xwedîkirin û perewrdekirin. Zarok dê dewreyên perwerdeyên çandî, zimanên Erebî, Kurdî û Îngilîzî bibin û her wiha zarok wê fêrî bikaranîna komputer, huner û werzîşê jî bibin.  

ANHA