Rejîma Sûriyeyê serokê Yekitiya Oldarên Misilman binçav kir

Hêzên rejîma Sûriyeyê serokê Yekitiya Oldarên Misilman li herêma Cizîrê, Mihemed Mele Reşîd Gerzanî binçav kir.

Rejîma Sûriyeyê serokê Yekitiya Oldarên Misilman binçav kir
22 cotmeh, 2018   12:46

QAMIŞLO

Çavkaniyan ji malbata serokê Yekitiya Oldarên Misilman li herêma Cizîrê, Mihemed Mele Reşîd Gerzanî ragihand ku Ewlekariya Siyasî ya Hesekê ya rejîma Sûriyeyê Mihemed Mele Reşîd binçav kiriye.

Dema Mihemed Mele Reşîd serdana Midûriyeta Pasaportan a Hesekê kir da ku pasaportekê ji bo neviyê xwe derxe, ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hate binçavkirin.

Heta niha sedema binçavkirina Gerzanî nehate zanîn.

(kc)

ANHA