QSD‘ê li gundewarên Dêrazorê gelek mayîn bê bandor kirin

Yekîneyên taybet ên QSD‘ê di xebatên paqijkirina gundewarên Dêrazorê de gelek mayîn û bombeyên ku çeteyên DAIŞ‘ê bi cih kiribûn, bê bandor kirin.

QSD‘ê li gundewarên Dêrazorê gelek mayîn bê bandor kirin
QSD‘ê li gundewarên Dêrazorê gelek mayîn bê bandor kirin
QSD‘ê li gundewarên Dêrazorê gelek mayîn bê bandor kirin
QSD‘ê li gundewarên Dêrazorê gelek mayîn bê bandor kirin
22 cotmeh, 2018   12:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD‘ê daxuyaniyeke nivîskî li ser malper xwe ya fermî weşand. Navendê di daxuyaniyê de ragihandin ku yekîneyên taybet ên hêzên wan di çarçoveya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê‘ de miqdareke mayîn û bombeyên ku çeteyên DAIŞ‘ê bi cih kiribûn bê bandor kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di çarçoveya ‘Şerê Tinekirina Terorê‘ de yekîneyên taybet ên hêzên me bi armanca ewlehiya gundên rizgarkirî û paqijkirina gundan ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê de, li derdora gundê Cirdî yê li bermanberî gundê Ebû Hemam ê nêzî bajaroka Behrayê hejmareke mezin mayîn û teqemenî yên çeteyên DAIŞ‘ê bê bandor kirin."

Navendê ‘ê ragihand ku teqemeniyên hatin bê bandorkirin ji gelek cureyên mayîna pêk dihatin û hejmareke mezin hatibûn bicihkirin. Navenda ragihandina QSD`ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ‘ê ev mayîn di dema tozê de li riyên sereke yên ku şênî rojane bi kar dianîn çandibûn da ku komkujiyan der heqê sivîlan de bikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD‘ê di dawiya daxuyaniyê de teqez kir ku Yekîneyên Endizyariya Leşkerî li herêmên şer û eniyên paş xebatên xwe rojane dimeşînin û ragihand ku cihê mayînan bi hevkariya şêniyan hatin keşfkirin û bê bandorkirin da ku ziyarar neghêjin sivîlan.